Kongra Star:Divê kujerên Înasê bên darizandin 2023-06-17 21:29:07     NAVENDA NÛÇEYAN-Kongra Star a herêma Başûr a Hesekê qetilkirina zaroka bi navê Înas Elî El Casim li Dirbêsiyê şermezar kir û banga eşkerekirina kujeran kirin û her wiha xwestin kujer bên darizandin.   Çend roj berê cenazeyê zaroka bi navê Înas El Casim li gundê Emroyaş ê navçeya Dirbêsiyê kuştî hat dîtin. 10’ê Hezîranê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku kujerê Înas girtine.    Bertekên li dijî bûyerê li herêmê her çû zêde bûn û bûyer hat şermezarkirin    Kongra Star a herêma Başûr a kantona Hesekê têkildarî mijarê daxuyanî da û banga darizandina kujeran kir.   Endama Rêveberiya Kongra Star Emîre El Sed daxuyanî li pêşiya qada Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Şedadê xwend. Endamên kongrayê yên navçeyên Şedad, Erîşe, Mergede û Til El Şayir tev li çalakiyê bûn.   Kongrayê di daxuyaniya xwe de sûcên kuştinê û tundiya li dijî jinan û zarokan şermezar kir û diyar kir ku kuştina Înas li dijî mirovahiyê ye. Her wiha kongrayê, bang li aliyên têkildarî mafên zarokan kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û hesab ji sûcdaran bê pirsîn, kujer bên darizandin.