Kesên li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin li Ewopayê hatin bîranîn 2023-06-17 20:04:23     NAVENDA NÛÇEYAN- Huseyîn Arasan, Şukru Bulut, Rojnamevan Nagîhan Akarsel, Zekî Çelebî, Mamoste Şemal, Huseyîn Turelî û Ferhat Bariş Kondû yên li Başûrê Kurdistanê di dîrokên cuda de hatibûn qetilkirin li Swîsreyê hatin bîranîn.   Kesên li Başurê Kurdistanê di dîrokên cuda de hatibûn qetilkirin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi çalakiyeke hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Winterthûr û Zûrîhê ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Zurîhê Ayşe Dîcle di çalakiyê de axivî.   Ayşe Dîcle di axaftina xwe de wiha got: “Em çi bibêjin ji, em ê di vegotina wan û têkoşîna wan de kêm bibînin. Dewlet her tim bi hemû hêza xwe hewl dide têkoşîna me tune bike. Hemû zext, sûîqest û komkujî wê tu carî me ji têkoşîna me asteng nekin.”   Reşît Aras ê ku li Yewnanîstanê bi Huseyîn Arasan re maye ku hefteya borî li Silêmaniyê hat qetilkirin, bîranîna xwe ya bi Arasan re vegot. Reşîtgot: “Min Heval Huseyîn li kampa Lavrîon a Yewnanîstanê nas kir. Hevalekî pir fedakar bû. Di her qada jiyana xwe de têdikoşiya. Gelek bîranînên me bi wî re çêbûn. Gotin ji vegotina wî re têre nake.”   Di çalakiyê de sînevîzyonek hat nişandan û çalaki bi dirûşmeyan bidawî bû.