Ji bo Denîz Poyraz bernameya bîranînê 2023-06-17 18:45:55     ÎZMÎR- Li avahiya HDP’a Îzmîrê ji bo Denîz Poyaz sînevîzyon û bernameyên kursiya serbest pêk hatin.   Ji bo Denîz Poyraz ku êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de ji aliyê gumanbar Onur Gencer ve pêk hat, li avahiya HDP’ê bernameyên bibîranînê pêk hatin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz, bavê wê Abdullîlah Poyraz, dayikên aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, parlamentera Partiya Çep a kesk Burcugul Çukuk û gelek kes tevli bûn.   Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û  piştre sînevîzyona hat amadekirin hat nişandan.   Fehîme Poyrqaz axivî û da zanîn ku Denîz keça hemû kesî ye keça hemû Kurd û Tirkane, başe ku hun hene.   Hevsreoka Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe Windakirine (ANYAKAY-DER) Rahîme Turan jî axivî û got Denîz her tim di dilan de ye û  got ew bîranîna wê didin jiyîn.   Hevserokê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî axaftinek kir û da zanîn ku bi qetilkirina Denîzê re Îzmîr rabûye ser piyan û got ew kujeran dizanin û wê ji bo vê têbikoşin.    Piştî axaftinan mafê gotinê dan welatiyan. Li ser navê Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Koray Turkay derket ser kursiyê û da zanîn ku heta ku israra di piştevaniyê de berdewam bike wê biserkevin.   Bername bi axaftinên welatiyan dawî bû.