Nobeda Edaletê di roja 817'emîn de ye 2023-06-17 12:15:58     RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê dewam dike. Malbata Şenyaşar peyama;"Tevî hemû tiştî em baweriya xwe ya ji bo edaletê winda nakin. Ew ê ev dewrana elbet rojekê bizîvire."   Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 817’an de berdewam kir. Ji ber dawiya hefteyê ye malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobeda xwe dewam kir.    'Em baweriya xwe ya ji bo edaletê winda nakin'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 951'ê bi bîr xist û got:"Li vî welatî herî zêde dayikên welatên ku dibêjin 'bihuşt di bin lingên dayikan de ne' digirîn. Tevî hemû tiştî em baweriya xwe ya ji bo edaletê winda nakin! Ew ê ev dewrana elbet rojekê bizîvire. Têkoşîna me ya edaletê di roja 817'emîn de ye... #cumartesianneleri951."