Li Rihayê mirineke bi guman, li Îzmîrê jî jinek hat qetilkirin 2023-06-17 11:13:46     ÎZMÎR / RIHA - Li navçeya Ûrlayê cenazeyê Dûdû Yilmaz a 21 salî li pansiyona ku 3 roj bûn lê dima hate dîtin. Li Rihayê jî Ayşegul Irmak bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.    Li Îzmîrê Dûdû Yilmaz mirî hat dîtin û li Rihayê jî Ayşegul Irmak bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Îzmîr   Li navçeya Ûrlayê cenazeyê Dûdû Yilmaz a 21 salî li pansiyona ku 3 roj bûn lê dima hate dîtin. Dûdû Yilmaz a ku 3 roj berê li navçeya Ûrla ya Îzmîrê li pansiyonekê bi cih bûbû û hevjînê wê R.Y. agahî nehatin wergirtin. Bi gilîkirina xebatkarên pansiyonê, polîsan cenazeyê Dûdû Yilmaz bi awayekî qetilkirî dîtin. Her wiha derbarê hevjînê wê R.Y. de jî agahî nehat wergirtin. Cenazeyê Yilmaz piştî lêkolîna ji aliyê dozger ve hate kirin, birin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.    Riha   Ayşegul Irmak a 20 salî ya ku li taxa Meydanê a Bêrecûka Rihayê dijî, di mala xwe de bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Ayşe ber bi întîharê ve hatiye xiriqandin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Cenazeyê Ayşegulê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.