Di ser qetilkirina Denîz Poyraz re du sal derbas bûn 2023-06-17 09:05:08       ÎZMÎR - Di ser qetilkirina Denîz Poyraz ku di êrîşa li hember HDP’a îzmîrê de ji aliyê  Onur Gencer ve hatibû qetilkirin re du sal derbas bûn. Ji bo doza Denîz Poyraz jî têkoşîna hiqûqê didome.   Di 17’ê hezîrana 2021’ê de kujer Onur Gencer êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû. Du sale hêzên pişt qetilkirinê dernexistin holê. Kujer Onur Gencer hatibû darizandin di runiştin 6’an de ji bo wî biryar hatibû dayîn. Dadgehê ji sûcê ‘bi plankirî kes kuştinê’ cezayê muebetê, ji sûcê ‘zirar daye mal’ 4 sal, ji sûcê ‘binpêkirina destnedana avahiyê’ 2 sal û ji sûcê ‘muxalefetî qanûna çekan’ 3 sal ceza dabûye.   Piştî komkujiyê wêneyên gumanbar yên li Minbicê hatibûn kişandin derketin holê û gelek aliyan got li pişt komkujiyê hêzên din hene. Di pêvajoya lêpirsîn û darizandinê de lêpirsînek bi bandor nehte kirin xebatek komkirina delîlan nehat kirin.    Beriya komkujiyê û piştî komkujiyê di dozên hatin dîtin de ev tişt hatin jiyîn:   *Di 1’ê Gulana 2020’an de ji bo parlametnerên HDP’ê 320 fezleke hatin amadekirin.  Lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî di 10’ê Gulanê de got divê destnedanên parlametneran bê rakirin. Heman dîrokê de li hember HDP’a Cizîrê êrîş pêk hatin.   *Devlet Bahçeli di 10’ê Kanûna 2020’an de li ser çapemeniya civakî got divê mifte li deriyê HDP’ê bikeve û carek din venebe.    *23’ê Sibata 2021’ê de serdozgeriya komarê ya wanê der barê parlamenterên HDP’ê Berdan Ozturk, Sezaî Temellî, Muazzez Orhan Işik, Tayyîp Temel û Murat Sarisaç de ji ber parvekirinên çapemeniya dijital lêpirsîn vekir.   *17’ê Adara 2021’ê de serdozgerê komarê yê dadgeriyê Bekîr Şahin bi daxwaza girtina HDP’ê li DDB’ê doz vekir.   *18’ê Adara 2021’ê de lîderê MHP’ê di Komxebata Mezin a 13’emîn a Asayî de got deyndarên dîrokê ne ku HDP’ê bigirin.   *24’ê Adara 2021’ê de  DDB’ê got wê îdianameya serdozgeirya dadgeriyê ya ji bo girtina HDP’ê di 31’ê Adarê de binirxînin.   *24’ê Adarê de ji bo rakirina destnedana hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan û Kemal Bulbul fezleke pêşkêşî meclîsê hatin kirin.   *25’Ê Gulana 2021’ê de  serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî piştgirî da Suleyman Soylu ku Sedat Peker der barê wî de îdia anîbûn ziman.   *7’ê Hezîrana 2021’ê de bi daxwaza girtina HDP’ê serdozgeriya komarê ya dadgeriyê doz vekir û xwest tedbîrê bidin ser hesabên bankayê yên HDP’ê.   *Yek ji malbatên ku bi pêşengiya AKP-MHP’ê li ber avahiya HDP’a Amedê rabûn ruhiştin Mehmet Laçîn  çelenga reş danî ber HDP’a Îzmîrê.   *Di roja çaremin ya sêyemîn runiştina doza qirkirina siyasî ya Kobanê ku 108 kes jê dihatin darizandin de di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz hat qetilkirin.   *Di 17’ê Hezîrana 2021’ê de Denîz Poyraz hat qetilkirin û tevî denge çekan hat û rîska ku gumanbar kesên din qetil bikira hebû jî polîs neketin hundir.    * Heta gumanbar derket derve polîs sekinin û dema gumanbar derket polîsan jji gumanbare gotin ‘bira navê te çiye’. Gumanbar 20 saetan binçavan de ma û hat girtin.   *Wêneyên gumanbar li Mînbicê bi sembola Ulkucu derket holê. Devlet Bahçelî got tevgera ulkucu ji vê neberpirse.    *Biryara veşariyê dan ser dosyayê û têde parêzerên OHD, ÇHD û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî heye ekîbek ji 30 kesî pêk dihat ava bû. Ji bo hemû pirsên di komkujiyê de bên aşkerakirin daxwaznameyek ji 38 xalî pêk dihat pêşkêş kirin.   *parêzeran diyar kirin ku îhmalkirina peyewirdarên cemawerî heye û  tev tevgerên di çapemeniya civakî yên dema komkujî pêk dihatin kirin bin qeydan. Tevî hemû delîlan dîmen nekirin dosyayê. Divê qeydên HTS’ê bihat agirtin ew jî nehatin girtin. Divê qeydên bankayan bihata girtin ew jî negirtin.   *Piştî Denîz hat qetilkirin Devlet Bahçelî ji bo Denîzê got terorîst e.   *Jinan li ber avahiya HDP’a Îzmîrê tevî hemû êrîşan tabelaya ‘Denîz Poyraz’ daliqandin.   *Çarçoveya îfadeyê de çar xebatkarên partiyê îfade dan. Hevserokê HDP’a îzmîrê Kadîr Baydur got hêzên ewlehiyê dema komkujiyê de tu hewldaneke ku pêşî lê bigire, pêk neanîne.   *17’ê îlonê de partiyiyan nehiştin Mehmet Laçîn ku di konê polîsan ku bi navê ‘nobeta zarokan’ hatibû vekirin de rudinişt û çavdêrî dikir, li ber avahiyê rune.   *Meha cotmehê de îdianame hat qetbûlkirin û hat gotin ku tu kes tu rêxistin pişt gumanbar tune û delîl nehatine bidestxistin.  Hat gotin ku tu daneyên wek delîl  bê lêkolînkirin tune ne.   *DHA diyar kir ku gumanbar ji bo ruhsata çekê bigire 27 caran li Midûriyeta Emniyeta Îzmîrê geriyaye û parêzeran got ev agahî neketiye dosyayê.   *Yekemîn runiştina dozê di 29’ê Kanûna 2021’ê de hat dîtin. Parêzeran got ji 72 hezar û 667 wêneyên telefona gumanbar, tenê 23 wêne di raporê de cih girtiye û got der barê gelek kesên di lîsteya telefona gumanbar de û Sûriyeyî ne de tu lêkolîn nehatiye kirin.Di runiştinê de alozî derket û runiştin taloqî 22’ê Çileyê 2022’an hat kirin.   *Dozger da zanîn ku der barê ku têkiliya gumanbar bi rêxistinek terorê re heye de delîl nehatine bidetsxistin xwişka gumanbar Nurgul Gencer û bavê wî Nurî Gencer nikare bi komkujiyê re têkiliya wan bê danîn.   *24’ê Çile de runiştina duyem pêk hat û tenê 100 kes girtin salonê. Li wir wêneyên hatin kişandin bi bertek hatin pêşwazîkirin û dîsa têkiliya polîsan bi gumanbar re hat deşîfrekirin. Îfadeyên gumanbar yên ku  provoke dikir rê li ber gengeşiyê vekir. Heyeta dadgehê runiştin taloqî 29’ê Nîsana 2022’an kir.   *Piştî runiştinê gumanbar xwest dozê ji Îzmîrê bibin Qeyseriyê. Lê wezareta dadê ev red kir.   *Di runiştina 29’ê Nîsanê de gumanbar bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû. Runiştin taloqî 18’ê Tîrmeha 2022’an hat kirin.   *Di runiştina 18’ê Tîrmehê de gumanbar bersiva gelek pirsan neda.  Runiştin taloqî 12’ê cotmeha 2022’an bû.   *Di doza 12’ê cotmehê de heyeta dadgehê guherî. Polîsan êrîşê birayê Denîzê û kesên tevli bibûn kir. Biryar hat dayîn runiştin li salona Kampusa Girtîgeha Şakranê bê dîtin û taloqî 14’ê cotmehê kir.   *14’ê cotmehê de parêzerên bi vekalet negirtin dozê û alozî derketû runiştin hat taloqkirin.   *27’ê Kanûna 2022’an de dadgehê  li kujer Onur Gencer cezayê muebeta giran û 9 sal cezayê girtîgehê birî.   Parêzerê dozê çûn îstînafê û hefteya borî ji aliyê Edliyeya Herêmî ya Îzmîrê ve dosya ji ber kêmasiyên usule hat xerakirin. Parêzerên dozê diyar kirin ku wê têkoşîna hiqûqê bidomînin.