Jinekê biguman jiyana xwe ji dest da 2023-06-16 20:44:09   COLEMÊRG- Li Colemêrgê jina bi navê Asmîn K.Y ku bi çawîşê pispor re zewicandîbû biguman jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Bulak a Colemêrgê jina b inavê Asmîn K.Y ya 23 salî ku bi pisporekî çawîş ku navê wî nehat hînbûn re zewicandibû, duh di saetên êvarê li mala xwe biguman jiyana xwest da da. Cîranên wê agahî dan polîsan û ekîbên tenduristiyê. Ekîbên tenduristiyê hatin malê Asmîn bê tevger dîtin. Asmin birin nexweşxana Dewletê ya Colemêrgê û dema ku Asmin dibirin Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Cenaza Asminê ji aliyê malbatê ve hat girtin û definkirin. Hat hînbûn ku serdozgeriya komarê ya Colemêrgê der barê mirina biguman de lêpirsîn daye destpêkirin.