Li Colemêrgê mirina bi guman a jinekê 2023-06-16 14:48:23     COLEMÊRG - Li Colemêrgê Asmin K.Y. ya bi çawişê pispor zewicî bû bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Budak a Colemêrgê Asmin K.Y. ya bi çawişê pispor zewicî bû bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li ser agahiya cîranan ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û Asmînê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Asmîna ku sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hat kirin jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Asmînê ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li Colemêrgê hat definkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê derbarê mirina bi guman de lêpirsîn da destpêkirin.