'HUDA PAR wê ji seroka jin mafê axaftinê bixwaze' 2023-06-16 09:06:27     Melek Avci   ENQERE - Femînîst Nivîskar Berrîn Sonmez diyar kir ku desthilatdarî ji bo êrîşê destkeftiyên jinan bike guherîna destura bingehîn û qanûna medenî derdix pêş û diyar kir ku divê li dijî vê xeta têkoşînek xurt bê hûnandin û got HUDA PAR a naxwaze bi jinan re di heman astê de bixebite wê li meclîsê ji seroka jin mafê gotinê bixwaze.   Desthilatdariyê piştî hilbijartinê ji bo polîtîkayên xwe yên dijminê jinê bike meriyete ket tevgerê. Desthilatdariya her tim Qanûna medenî, qanûna hejmar 66284 û guherîna destura bingehîn dianî rojevê wê pêvajoya pêş de bîne meclîsê. Dildara Platforma Ji Bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) û femînîst nivîskar Berrîn Sonmez der barê hedefgirtina destkeftiyên jinan û xeta têkoşîna li dijî van ji ajansa me re nirxand.   Wê tedbîr bên girtin   Berrînê diyar kir ku nîvê civakê desthilatdarî û polîtîkayên wê nexwestine û got: “Hem tifaqa Mîllet hem tifaqa Ked û Azadiyê bi hêvî bûn. Di alî demokratîkbûnê de hatina gel hev a aliyên cuda yên civakê pir girîng bû. Lê mixabin ji ber şaşiyên partiyên muxalefetê an jî bi xespkirian dengan encamek baş nehat bidestxistin. Lê rastiyek heye nîvê civakê vê desthilatdariyê naxwaze. Em tevgera jinan ji bo destkeftiyên jinan şûnde nekevin em ê tedbîrên xwe bigirin.”   ‘Di bingeha hemû pirsgirêkan de newekheviya zayenî heye’   Berrînê da zanîn ku tevî tabloya piştî hilbijrtinê wê têkoşîna xwe bidomînin û got ji bo çareseriyê divê wekheviya zayenda civakî pêk bê û got: “Lingekî têkoşînê wê meclîs be. Em ê bi hemû parlamenterên jin û parlamenterên mêr yên wekheviyê dixwazin re di piştevaniyê de bin. Em hemû dizanin ku guherînên qanûnîn pirsgirêkên çawa tîne. Pirsgirêka wekheviya zayendî ya civakî îro pirsgirêka herî esas e. Divê demildest bê çareserkirin.”   ‘Destura bingehîn a ji bo 9 mehan ne demokratîk e’   Berrînê daxuyakirin ku meclîsa nû berovajî rêgeza wkeheviya zayenda civakî, wek dijmin dibîne û desthilatdarî di nokteya mafê jinan de stratejiya berovajîkirinê pêk tîne û rê dide ber civakê. Berrînê bal kişand ser guherîna destura bingehîn û wiha dirêjî daye: “Wekheviya zayenda civakî îro li cîhanê astek şaristaniyê ye. Divê li her derê pêk bê lê desthilatdarî ji vê dur e û berovajî vê wek dijmin dibîne. Dixwazin bi sererastkirinên pir berê jinan bi teşe bikin. Gotin destura bingehîn. Pêşnûme anîn rojeva meclîsê. Ji komîsyonê derbas kirine lê danexistine lijneya giştîn. Gotin wê ji nûve bigirin dest. 9 meh şûnde hilbijartinên herêmî hene. Di demek evqas kurt de nikare destura bingehîn bê kirin.”    ‘Dixwazin muxalefetê  parçe bikin’   Berrînê bi lêv kir ku di hilbijartinên serokomariyê de destura bingehîn hatiye pelçiqandin û yên destura bingehîn dipelçiqînin nikarin destura bingehîn çêbikin û divê partiyên muxalefetê vê bidin sekinandin. Berrînê wiha dirêjî daye: “Mixabin ji bo rojeva destura bingehîn di civakê de piştgiriyê bibîne turbanê bikar tînin. Dibêjin em ê ji bo jinên serê wan girtî ewlehiya qanûnî ya mafê perwerde û xebatê bînin. Divê em bêjin ku hewce bi ewlehiya destura bingehîne. Divê hemû azadî di pergaleke demokratîk de bên ava kirin. Dixwazin muxalefetê bi rojeva destura bingehîn parçe bikin.”   'Dikare Qanûna Medenî û 6284 bê pêş me'   Berrînê destnîşan kir  ku ji niha de gelek dijhiqûqî spartine pêşnûma destura bingehîn a xeyalî û wiha domand: “Ji meha cotmehê şûnde guherîna Qanûna Medenî û 6284 dikare bê rojevê. Divê muxalefet ji niha de nelihevkirinên navbera xwe û îqtîdarê li aliyekî bihêlin û bi awayekî hevpar tevbigerin. Niha bi destura bingehîn muxalefetê mijul dikin.  Heta meha cotmeh û mijdarê dikarin xebata der barê Qanûna Medenî de bikin. Ji salên ewil yên komarê bi Qanûna Medenî, hiqûqa malbatê, mafên medenî û pergala civakî dihat pêkanîn. Derdê desthilatdariyê bi îlankirina komarê re tune, mijara wan ev e ku der barê jiyana jinan de biryarê bidin.  Tu carê jî dest ji vê daxwazê bernedan. Rolên zayenda serdest ya mêr wek ferzên olî pêşkêş dikin. Lê tiştekî wisa tuneye.”   'Ayetan jî berovajî dikin'   Berrînê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Gelek ayetên ku wekheviya jin û mêr nîşan didin û azadîxwaz tên şîrovekirin hene. Yên dibêjin jin û mêr ne wekhevin vê jî dispêrin ol û berovajî nîşan didin. Çawa ku Peymana Stenbolê û qanûna 6284 û nefeqeyê berovajî kirin, ayetan jî berovajî dikin.  Ji bo careke din desthilatdariya xwe bidomînin van digirin cem xwe. Ji sala 2010’an de vê dikin û êdî ev gihiştiye lûtkeyan. Di vê demê de rîskên me dipên hene. Berpirsyariyek mezin dikeve ser milê parlamenterên jin yên AKP’ê jî.  Divê ew jî berpirsyariya xwe b înin cih.”   ‘Di pergala mêr de pergala koletiyê diafirînin’   Berrînê destnîşan kir ku hewl tê dayîn di pergala mêr de pergala koletiyê bê afirandin û wiha berdewam kir: “Hebûna jin, zarok û LGBTÎ’yan wek kole dixwazin bikin bin kontrola mêr. Li dijî vê rewşê divê jin îtîraz bikin û ji bo ev pêk bê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Di meclîsê de hebûna jinan a di mekanîzmayên biryarê de gelek girîng e.”   'Em ê xebatên xwe bidomînin'   Berrînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gulîzar Bîçer Karaca bû serokwekîla meclîsê. Ev gelek girînge. Di nav serokwekîlan de  hebûna jinan girînge.  Di nav amîrên îdarî yên meclîsê de hebûna jinan girînge.Huda Parê nexwestibû bi jinan re di heman katê de bixebite lê li meclîsê wê ji seroka jin mafê axaftinê bixwaze. Ev bersivek gelek başe. Me wek EŞÎK Gulîzar Bîçer Karaca ziyaret kir. Me nêrînên xwe anîn ziman. Emê xebatên xwe bidomînin.”