Bersiva wê ya li hemberî şîdetê: Ez serî natewînim 2023-06-16 09:04:22       AMED - Saadet Guler a ku di 15 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin û 16 salan bi tundiyê re rûbirû maye wiha dibêje: "Min 16 salan lêdan xwar. Ciwantiya min riziya. Min biryar da ku êdî jiyan bi vî awayî derbas nabe û min serî rakir."   Di nava civakê de rol û mîsyona jinê li gorî zîhniyeta serdest a mêr hatiye diyarkirin. Li gorî vê yekê civak teşe digire û jin jî li dijî zîhniyeta zayendperest her li ber xwe dide. Jin li dijî şîdeta mêr, daraz û îktîdarê têkoşîna xwe mezin dikin û ji bo jinên din jî dibin mînak. Her wiha zewaca zarokan bi serê xwe pirsgirêkekî mezin e. Hêj di temenê biçûktiyê de barê giran digirin ser milê xwe û li dijî her cureyên êrişan hewl didin ku bijîn.    Yek jî wan Saadet Guler a 65 salî ye. Saadet jî wekî bi hezaran jinên din di 15 saliya xwe de hatiye zewicandin û 8 zarokên wê hene. Em ê çîroka Saadetê bînin ziman.    Temenê biçûk de tê zewicandin   Saadet a ku di 15 saliya xwe de bi darê zorê ji aliyê malbata xwe ve tê zewicandin, hîn di temenê xwe yê biçûk de bi tûndiya mêr re rû bi rû dimîne. Saadet a ku bi gotinên “Aramî tunebû, her roja min bi tundiyê derbas dibû. Min digot xwezî zewac tunebûya û ev yek jî di eniya me de nehata nivîsandin” raperîna xwe ya li hember zewacê tîne ziman. Saadet a ku dibêje “Min tu xêr ji zewacê nedît. Mirad di çavê me de ma. Ger mirad bêxêr be bila nebe” behsa tundiya li hemberî xwe dike.     ‘Min doza hevberdanê vekir’   Saadet, destnîşan kir ku hîn pitikê wê biçûk bûye mêrê pê re zewicandî dev ji wê berdide û diçe bi jinek din re bi mehra melê dizewice. Saadet, da zanîn ku li dijî vê yekê doza hevberdanê vedike û wiha behsa serpêhatiya xwe kir: "Ji ber tirkî min tunebû min nedizanî ez ê çibikim û min kesek nedît ku alîkariya min bike. Piştî hewldana salekî min xwe gihand û min girtnameyek girt û ji min re gotin ‘Biçe baroyê dê parêzerên baroyê alîkariya te bike’. Li ser vê yekê ez çûm baroyê. Piştre min dev ji wî kesî berda. Lê bi rastî jî jiyan ji bo min gelek zehmet bû. Ciwantiya min riziya. Lê min êdî destûr neda ku bi vî awayî jiyan derbas bibe. Nêzî 16 salan ez bi wî re zewicî mam.”   ‘Hertim bi tundiyê re rûbirû mam'    Saadeta ku bi salan bi zilm û tundiyê re rûbirû ma wiha nêrînê xwe anî ziman: "Gelek zêde tundî li min kir. Ji ber tundiyê parsûyê min şikest û serê min şikand. Di dema ducaniyê de bi hesin êrişê min kir. Tişta ku nema neanî serê min. Çend caran min wî gilî kir, lê ji ber zarokên xwe min giliya xwe paşve kişand. Piştre min dev ji wî berda. Ev kes çend meh beriya niha jiyana xwe ji dest da. Çend zarokên min xwestin ez biçim ser cenazeyê wî lê ez neçûm ez nikarim biçim cenazeyê ku êrişê li min kiriye. Roja ku mir jî min heqê xwe lê helal nekir.”   ‘Xwestin min carekdin bizewicînin’   Saadet, diyar kir ku piştî dev ji wî kesê berdaye ew rizgar bûye û wiha pê de çû: “Xizmên min hewldan ku min carekdin bizewicînin, lê min qebûl nekir. Min ji wan re got ‘Ez carekedin nazewicim. Mafê we tuneye ku hûn li ser jiyana min biryarê bidin’. Kes nikare derbarê jiyana min de biryarê bide. Xizmên hevjînê min tên heqaretê li min dikin û çavberdane mala min. Lê ez serî natewînim. Niha ez bi du zarokên xwe re dijîm. Zarokek min jî astengdar e.”   Têkoşîna jiyanê dide   Saadet, ji aliyek bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê dide û ji aliyek jî hewl dide di nav şert û mercên zehmet de debara malê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xebatkarên min tuneye. Bi zehmetî jiyana xwe didomînim. Kurek min niha li Stenbolê dixebite. Lê ew jî malê nanêre. Niha tenê kurê min ê astengdar li cem min e."