ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-16 09:00:00     *Sema Yuce ya ku navê xwe di rûpelên dîroka jinên kurd de nivîsandiye, di nameya xwe ya li dû xwe hişt de wiha dibêje: "Ji bo ku em jî wek mirov bi nirx û rûmeta xwe bijîn, divê em ji heft salî heta heftê salî di bin wê meşaleya azadiyê ya ku Serok Apo hildaye de bicivin." PORTRE   * Femînîst Nivîskar Berrîn Sonmez diyar kir ku desthilatdarî ji bo êrîşê destkeftiyên jinan bike guherîna destura bingehîn û qanûna medenî derdix pêş û diyar kir ku divê li dijî vê xeta têkoşînek xurt bê hûnandin û got HUDA PAR a naxwaze bi jinan re di heman astê de bixebite wê li meclîsê ji seroka jin mafê gotinê bixwaze. DÎMEN HEYE   *“Elîşêr bi navê Zarîfeyê bangî wê nedikir.  Digot 'hevalê'. Gelek ji Kurd û Kurdistanê hez dikirin. Her tiştê wan Kurdsitan bû. Kurdistan her tiştê wan bû. Carekê li gel Zarîfeyê bûm. Li aliyê Zeranîk a Çiyayê Munzurê mêze kir û got ‘Ev çiya çiyayên hêviyê ne. Ne pêkan e ku daxwazên me pêk neyên’. Digotin wê Kurd bi ser bikevin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Saadet Guler a ku di 15 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin û 16 salan bi tundiyê re rûbirû maye wiha dibêje: "Min 16 salan lêdan xwar. Ciwantiya min riziya. Min biryar da ku êdî jiyan bi vî awayî derbas nabe û min serî rakir." BI DÎMEN    *Parêzer Turkan Aslan Agaç da zanîn ku ji bo kesên pişt qetilkirina Denîz Poyraz neyên dîtin hewldanek taybet tê dayîn û got gelek delîl windane û doz hîna neqediyaye. BI DÎMEN    *Saadet Îdîn a ku yek ji girtiyên nexweş e ji aliyê xwe yê çepê felç e û ji çavên xwe pisgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Dayika Saadetê, Alîye Îdîn destnîşan kir ku rewşa keça wê her diçe girantir dibe û xwest keça wê were berdan. BI DÎMEN