Li Polonyayê bi hezaran kesî qanûna kurtajê protesto kir 2023-06-15 22:00:56   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Polonyayê, li gelek bajar û bajarokan bi hezaran kes, ji bo protestokirina qanûna kurtajê, roja Çarşemê derketin kolanan.  Bi armanca balê bikşînin ser jina 33 aslî ya ku jiyana xwe ji dest daye, çalaki pêk hatin.   Li Polonyayê, jineke ducanî  li nexweşxaneyê dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da. Li seranserê welêt bi hezaran kes, li dijî  qanûna kurtajê derketin kolanan. Li Varşovayê gelek kes li navenda bajêr civiyan. Wêneyên jinên jiyana xwe ji dest dane û pankartên li ser ‘Em ne mirinê lê dixwazin biwelidînin’ û ‘Em ne mîsyoner lê bijîşk dixwazin’ nivîsandî, hildan.Li Krako, Poznan, Lodz û çend bajarên din jî bi dirûşmeya “Êdî bes e, dev ji kuştina me berdin” xwepêşandanên protestoyî hatin kirin.   Sedema xwepêşandanên protestoyî ew bû ku jina ducanî ya 33 salî ya bi navê Doroa Lajîk li nexweşxaneyeke li Nowy Targ a li başûrê welêt jiyana xwe ji dest daye. Dora Lajîk, 24’ê Gulanê ji ber sepsîsê jiyana xwe ji dest da. Jina ku 20 hefteyî ducanî bû diçe klînîkê lê tevî rewşa wê nebaş bûye doktoran tiştek nekiriye.    Bi qanûna heyî, ku xeteriya jiyanî ya jinên ducanî hebe, tê hiştin ku kurtaj bibin. Lê ji ber rêgezên hişk doktor newêrin kurtajê bikin. Ji ber kêmbûna şansê saxmayînê yê sebî kêm bûye, mimkûn bûye sebî ji ber biçe û Doroa Lajîk sax bimîne.