Safiye Alagaş: Ez ê pîşeya xwe bidomînim 2023-06-15 20:12:27   AMED- Rojnameger Safiye Alagaş ku hat tahliyekirin diyar kir ku di şexsê jinê de rojnamegerî hat darizandin û got: “Ev di alî Tirkiyeyê de lekeyek reş e. Ez wek rojnamegerek jin a Kurd û çapemeniya azad wê karê xwe bidomînim.   Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Algaş ya di 16’ê Hezîrana 2022’an de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibû girtin di runiştina yekemîn ya li 5’emîn dadgeha ceza giran  a Amedê hat dîtin de hat tahliyekirin.   Piştî biryara tahliyeye malbat û hevalên Safiyeyê çûn ber girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Safiye bi kulîlkan pêşwazî kirin.   ‘Ez hem kêfxweş û hem jî xemgînim’   Safiyeyê piştî pêşwazîkirinê şûnde daxuyaniyek da û got: “Salek şûnde îro derketim dadgehê. Îro hem jin hem jî rojnamegeriya Kurd hat darizandin. Di şexsê jinê de rojnamegerî hat darizandin. Ev di alî Tirkiyeyê de lekeye kreş e.  Ez hem kêfxweşim û hem jî ji bo hevalên xwe yên girtî man xemgînim. Tu kes girtinê heq nake. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Mafê jiyana wan ji dest tê girtin. Ez wek rojnamegerek jin a Kurd û çapemeniya azad wê karê xwe bidomînim.”   Piştî axaftinê Safiye birin mala wê.