Gumanbar Burak Ercan dîsa nehat girtin 2023-06-15 18:39:20   ŞIRNEX - Danişîna 6’emîn a doza gumanbar Burak Ercan ê ku 42 zarokên xwendekar bi peyamên telefonê tacîz kiribûn hat dîtin. Daxwaza girtinê ya ji bo gumanbar hat redkirin û doz hat taloqkirin.   Burak Ercan ê ku li lîseyeyeke li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû û di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 42 xwendekarên zarok taciz  kiribûn. Der heqê Burak Ercan de 2 doz hatibûn vekirin.  Daneşina 6’emîn a dozê îro li yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate dîtin. Komîsyona Mafê Jin û Zarokan yê Baroya Şirnexê û Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî tevlî daişînê bûn. Kiryar Burak Ercan bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.    Danişîn bi guhdarkirina mexdûran ve hate destpê kirin. Mexdûra bûyerê Z.Y, diyar kir ku Burak Ercan gelek xwendekar tacîz kiriye û got ew Burak Ercan gilî dike.  Her wiha mexdûra bûyerê E.L.Y jî destnîşan kir ew gelek caran ji alî Burak Ercan ve bi tacîza gotinî û fîzîkî re rû bi rû maye.   Gumanbar jî xwe bi gotina “xwendekar ji min rikê dikin” parast û parezerê gumanbar jî îdia kir ku ewlehiya canê mûwekîlê wî tuneye.     Parezerê Mexdûran Salîh Ecer jî diyar kir ku gumanbar hewil dide ku delîlan reş bike û destnîşan kir ku dirêjahiya dozê dibe sedema paşvekişandina giliyên mexdûran.    Her wiha parezera Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî jî destnîşan kir ku redkirina daxwazên girtina bersûcê baweriya ji zagon û dewletê qels dike.   Piştî navberek kurt heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û carek din daxwaza girtin