Qetilkirina bijîşk Melek Bagçe hat şermezarkirin 2023-06-15 16:40:11     NAVENDA NÛÇEYAN - SES û Odeya Bijîşkan li gelek bajaran qetilkirina Dr. Melek Bagçe protesto kirin û wiha gotin: “Kujerê Dr. Melek Bagçe ne tenê zilamê di qonaxa hevberdanê de lê poîtîkayên we dijminatiya jinan jî ye.”   Bijîşk Melek Bagçe li navçeya Alanya ya Antalyayê ji hêla hevjînê xwe yê di qonaxa hevberdanê de hate qetilkirin. Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û Odeya Bijîşkan li gelek bajaran daxuyanî dan û bertek nîşanî qetilkirina Bagçe dan.    Şaxên SES’ê yên Îzmîr, Edene, Enqere, Antalya, Mêrsînê û Odeya Bijîşkan a Riha, Wan, Colemêrg, Stenbol jî daxuyanî dan û qetilkirina Melekê şermezar kirin. Di daxuyaniyan de peyama têkoşînê hatin dayîn.