Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr jiyana xwe ji dest da 2023-06-15 15:31:20     NAVENDA NUÇEYAN - Asiye Aydemîr a ku ji bo kurê xwe Huseyîn Aydemîr ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin di nav Dayikên Şemiyê de têkoşîn dida jiyana xwe ji dest da.   Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr jiyana xwe ji dest da. Asiye ji bo kurê xwe Huseyîn Aydemîr ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin, bi salan têkoşîn da.   Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî dan û gotin, "Dayika me Asiye, dayika Huseyîn Aydemîr ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin, jiyana xwe ji dest da. Ji ber mirina dayikeke din a bêyî bigihje edalet û zarokê xwe em gelek xemgînin. Em ji malbata Aydemîr û hemû hezkiriyên wê re sersaxiyê dixwazin."