Li Rihayê zarokek mirî hat dîtin 2023-06-14 21:26:25   RIHA - Li Rihayê zarokê 12 salî Abdulbakî Dakak bi awayekî guman mirî hat dîtin.   Zarokê bi navê Abdulbakî Dakak yê 12 salî ku li Serêkaniyê ya Rihayê dijiya û ji duh de winda bû, bi awayekî guman mirî hat dîtin.   Hat îdiakirin ku Abdulbakî li medreseyek taxa Beşat a Eyubiye ya Rihayê perwerde didît û duh sibehê ji medrese derketiye û piştre agahî jê nehatiye girtin. malbatê îxabar kir û îro cenazeya zarok li axurekî nêzî medreseyê hat dîtin. Cenaza zarok ji bo otospiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.   Hat hînbûn ku cenaza Abdulbakî li Serêkaniyê hatiye definkirin.