Rêxistina Sara kuştina jineke li Efrînê şermezar kir 2023-06-14 12:57:24     ŞEHBA  - Li Bajarê Efrînê kiryarên kuştin û tecawîzkirina jin û zarokan a ji aliyê komên girdayî dewleta tirk ve dewam dikin. Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan derbarê mijarê de bertek nîşan da û got ew bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin.    Li Bajarê Efrînê kiryarên kuştin û tecawîzkirina jin û zarokan a ji aliyê komên girdayî dewleta tirk ve dewam dikin. Berî du rojan li Efrîna dagirkirî jina bi navê Ûfê Şêx Ehmed ya 40 salî ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat qetilkirin û mala wê hat şewitandin. Li ser vê bûyerê îro Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li Kampa Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdasê ji aliyê Endama Meclîsa Kampa Serdem Gulistan Mistafa ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ji destpêka dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê di derheqê gelê Efrînê de kuştin, binpêkirina mafan, tecawîzkirin û talankirin, pirsgirêkên di warê ewlehiyê de her tim dibin rojev. Mal û milkên gel ji dest derdixin. Li pêş çavan dar tên birîn û tên şewitandin. Ev li pêş çavên rêxistinên navdewletî pêk tên. Mixabin îro jî me dît ku çawa Ûfê Şêx Ehmed a 40 salî hat kuştin. Bi derbeyên kêran bi destê çeteyên di mala wê de ya nêzî çerxereya Maratê li bajarê Efrînê hat kuştin. Zêrên wê û hemû amûrên bi elektirîkê dixebitin, dizîn. Ji bo ku sûcê xwe yê hovane veşêrin mal şewitandin."   'Gelek sûcên mirovahiyê pêk tên'   Daxuyanî wiha berdewam kir û hat gotin:"Ruxmî ku ew rakirin naxweşxaneyê jî ji ber ku derbe ji stû û dil xwaribû, jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku yek ji çeteyên bi navê Mihemed El Fatêh dest daniye ser malekê. Her wiha destdirêjiyê dike û fîdyeyê dixwaze. Bi taybet li herêmên bêtir kurd in gelek sûcên mirovahiyê pêk tên."   Banga li dijî bêdengiyê    Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin:"Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Kantona Efrîn û Şehbayê hemû kiryar û binpêkirinên ku Tirkiye û çeteyên wê di Efrînê de dikin bi tundî şermezar dikin û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên zagonên netewî yên têkildarî parastina mafê jinan daxwaz dikin ku derbasî herêma Efrînê bibin. Ji bo ku rewşa tundiyê û binpêkirinên di derheqê jin û zarokan de yên ku komên terorîst bi alîkariya îstîxbarata tirk a faşîst pêk tînin belge bikin û li qadên navdewletî û ji raya giştî re eşkere bikin."