Komxebata 'Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk' didome 2023-06-14 11:30:36       NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê’ li paytexta Lubnanê Beyrûtê di roja duyemîn de dewam dike.   Di roja duyemîn de komxebata li paytexta Lubnanê Beyrûtê? dest pê kir. Komxebat ji aliyê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê ve bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirreng, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT tê birêxistinkirin.   Di komxebatê de zêdetirî 200 akademîsyen, hiqûqnas û siyasetmedarên ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê mîna Lubnan, Iraq, Tunis, Sûdan, Filistîn, Urdin, Misir, Afrîkaya Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê beşdar bûne.   Duh di komxebatê de "Aloziya global û bandorên wê li Rojhilata Navîn" û "Rêvebertiya gel û astengiyên li pêşiya wê" hatin nîqaşkirin.   Di roja duyemîn de dê 2 rûniştin li dar bikevin û encamnameyek derkeve.   Di rûniştina sêyemîn a bi navê "Bingehên ronesansê li Rojhilata Navîn" de, dê beşdar şoreşa fikrî û exlaqî, neteweya demokratîk û şoreşa jinan şîrove bikin.   Rûniştina çaremîn a dawîn jî bi navê "Ber bi Rojhilateke Navîn a demokratîk ve" ye. Di vê rûniştinê de jî stratejiya hevpar a ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk, xebatên hevbeş ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina pirsgirêka penaberiyê ya li herêmê, bi taybet li Sûriyeyê werin şîrovekirin.   Li gorî bernameya komxebatê, dê komxebat bi encamnameyekê bi dawî be.