'E biqisûr ne Erdem Aşkan e çawişê pispor e' 2023-06-14 09:55:48   Rabîa Onver    COLEMÊRG - Li Gevera Colemêrgê Erdem Aşkan ê 5 salî di bin maşîneya aîdê çawişê pispor A.K.P. de ma û jiyana xwe ji des da. Bersûc, bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan. Parêzerê dosyayê Omer Faruk Aşkan, diyar kir ku çawişê pispor bûye sedema kuştina Erdem û divê bê girtin.    Erdem Aşkan ê 5 salî li Gevera Colemêrgê, di 7'ê hezîranê de li Cadeya Îpekyoluyê dibin maşîneya aîdê çawişê pispor A.K.P.'ê ya ku ji Jendermeya Navçeyê derketî de ma û jiyana xwe ji des da. Ajokarê maşîneyê A.K.P. piştî qezayê ji cihê bûyerê reviya. Erdem li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Bersûc jî piştî demekî ji hêla polîsan ve hat binçavkirin. Çawişê pispor piştî rojek di bin çavan de ma bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan. Her wiha di girtinemaya ku  li cihê bûyerê hatî girtin de jî Erdem wek sûcdar hat dîtin.    Parêzerê dosyayê Omer Farûk Aşkan, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.   Omer, di destpêka axaftina xwe de bal kişad ser roja bûyerê û got: "Erdem, ji ber ku maşîne bi lêz dihat di bin maşîneyê de ma û Erdem 50 metre xirîqî. Piştî qerîna dayikê welatî gihaştin cihê bûyerê. Her wiha çend dayik ji bersûc re dibêjê 'Kurê min bibe nexweşxaneyê" jî guh nadê. Welatî li cihê bûyerê bertek nîşanî bersûc dan, li hemberî bertekan A.K.P. destê xwe dirêjî çeka xwe kir û welatî tehdît kir. Piştî demekî çawişê pispor maşineya xwe siwar bû xwest ji cihê bûye bireve û welatî bi keviran xwestin maşîneyê rawestînin. Lê bersûc ji cihê bûyerê reviya. Piştre diçe teslîmê qereqola polîsan dibe. Bersûcê ku piştî hat binçavkirin sewqî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê dikin. Erdema 5 salî jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide."    Omer, da zanîn ku bersûc bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan û wiha bi lêv kir: "Li cihê bûyerê lêkolîn hat destpêkirin. Di lêkolînê de Erdem wek sûcdar tê nîşandan. Dema mirov rapora ku hatî girtin dinêre mirov dibîne ku raporekî alîgir e û ne serbixwe ye. Gelek sûcên bersûc heye lê nayê dîtin. Ji ber vê sedemê em bang li komîsyonên ku mafê zarokan diparêzin dikin û bang li partiyên siyasî dikin ku xwedî li dozê derkevin. Li vir zarokek jiyana xwe ji dest da. Kesên ku xwedî bi wijdan divê li cem me bin."   Omer, diyar kir ku kesî ku sûcdar çawişê pispor e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku me li cihê bûyerê lêkolîn kir me dît ku ne zarok çawişê pispor sûcdar e. Ji ber ku li ser rê şopên frenê nîne û zarok di mesafeyeke pir dirêj xiriqiyê. Ev tîşt rastiyê nîşan dide. Em ê li cem malbatê bibin. Em dibînin ku wezîfedarên dewletê di qezayên trafîk û hîn bûyerên din de dewletê didin pişt xwe."