Pêşî li krîza penaberan nayê girtin 2023-06-14 09:03:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Li her derê cîhanê pirsgirêka koçberiyê heye û ev bi her awayî bandor li jiyanê dike. Kesên ji ber nasnameyên xwe hedef tên girtin axa xwe terk dikin û nav van de jin û zarok jî heye û yên herî zêde bandor dibin ev alî ne.   Di 2011’an de şerê navxweyî yê li Sûriyeyê rû da û bi vê re koçberiyê dest pê kir.  Piştî vê penaberî hîn bêtir hat axaftin. Welatiyên Sûriyeyê ku ji warê wan hatin kirin koçber bûn û bi vê re gotinên nefrete jî pêş ketin. Welatiyên ji ber şerên dewletan koçber dibin bi binpêkirinên mafan re tên rû hev.   Têgeha penaberiyê di çarçoveyek giştî ya wek ‘ji ber şertên zehmet kesên warên xwe terk dikin’ tê vegotin. Li gorî NY’ê jî penaber ‘kesê ji ber jib er zilm û zextan, ji ber fikar û tirsa dijî welatê xwe terk dike û naxwaze vegere welatê xwe’ ye.    Roja Penaberan a Cîhanê   Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve her sal 20’ê hezîranê wek roja Penaberan a Cîhanê tê pîrozkirin. Bi vê armancê bername hefteya navbera 14 -21’ê Hezîranê de bi armanca avakirina hişmendiya di mijara mafê penaberan de bername û çalaki pêk tên.   Hejmara penaberan her diçe zêde dibe     Li cîhanê ji ber polîtîkayên şer hejmara kesê warên xwe terk dikin her diçe zêde dibe. Li gorî Komîseriya bilind a Penaberên Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) ya sala 2020’an de nêzî 80 mîlyon kes ji ber bûyerên tundiyê warên xwe terk kirine. Her wiha li gorî rapora BMMYK’ê ya sala 2021’ê de jî li seranserê cîhanê 89.3 mîlyon kes ji awrê xwe bûye û 27,1 mîlyon ji vê bûne penaber û 53.2 jî  ji warên xwe bûne, 4,6 mîlyon kes jî wek kesên li cihên din stirîne hat diyark kirin.   BMMYK’ê sala borî jî rapora xwe weşand û got di 6 mehên ewil de ya salê de hejmara kesên bi zor ji cihê wan hatine kirin 103 mîlyon e.    Şerê Rûsya û Ukraynayê   Li gorî BMMYK’ê  piştî Rûsyayê der bi dagirkirina Ukraynayê kir, 6.3 mîlyon welatiyên Ukrayanyê welatê xwe ter kirine. Di rojên ewil yên şer de 200 hezar penaber çûn welatên cîhan û îsal jî di 6 mehên ewil de 5,4 mîlyon Ukrnaynayî koçî welatên din kirine.   BMMYK’ê di 2022’yan de got yekem car hejmara penaberên Ukraynayê ya li Almanyayê hejmara penaberên Sûriyeyê derbas kiriye.   Daxwaza parastinê ji sedî 21 zêde bû   Li gorî rapora BMMYK’ê  di 6 mehên ewil ya 2022’yan de 1.1 mîyon kesî serlêdana starbûnê li 144 welatên cuda kirine.  Hejmara kesên daxwaza parastinê kirine jî li gorî sala 2021’ê ji sedî 21 zêde bûye.   Penaberên jin    Nîvê kesên koçber dibin jin in. Zor û zehmetî bandor herî zêde li jinên penaber dike. Li gorî çeteleya tundiya mêr ya Bîanetê di 2016’an de ji 216 jinên hatine qetilkirin 6 heb penaberên Sûriyeyê bûne, di 2017’an de ji 290 jinên hatine qetilkirin jê 17 heb penaber bûne. Di çileye 2018’an de ji 13 jinên hatine qetilkirin 4 heb penaber bûn.   Binpêkirina maf nayê dîtin   Komeleya Mafê Mirovan di rapora xwe ya der barê binpêkirina mafan ya li hember penaberan a 2020’an de diyar dike ku binpêkirinên mafan yên li hember penaberan ji ber astengiyannayên dîtin.   Yên herî zêde bandor bûn zarok in   Bi taybet li Sûriyeyê li herêmên şer gelek binpêkirin hatin jiyîn û yên herî zêde bi bandor bûn zarok bûn. Zarokên penaber li cihên koçber bûn jî binpêkirinên mafan re hatin rû hev. Di alî starbûn, perwerde, parastin û jiyanê de pirsgirêkên mezin jiyan û wek hêza kar a erzan tên bikaranîn, tên qetilkiin, bi êrîşa zayendî û fîzîkî re tên rû hev. Dibin hedefa gotinên nefretê. Zarokên keç yên navbera 12-18 salî de bi mêrên Tirk yên di ser temenê 50’yî de wek hevjîna duyem sêyemîn tê zewicandin.   Di perwerdê de newekhevî   Dîsa li gorî rapora 2020’an  ÎHD’ê yek ji mafên din ya sereke yê perwerdehiyê, ji bo zarokên penaber wekhev pêk nayê û zarok nikarin xwe bigihînin mafê perwerdê.   Li Tirkiyeyê derbarê penaberan de xebat   Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê piranî jê Sûriyeyî de ji 3 mîlyonî zêdetir penaber hene û dewlet ji ber li dijî van berpirsyariya xwe nayne cih saziyên civaka sivîl yên herêmî, netewî û navneteweyî hewl didin piştgiriya aborî, civakî û hiqûqî bike.    Li goî daneyên 17’ê gulana 2023’yan ya Wezareta Îdareya Koçeriyê li Tirkiyeyê hejmara penaberên Sûriyeyê yên qeydkirî 3 mîlyon 381 hezar û 429 e. Li gorî hejmarên îdareya koçberiyê ji serê salê heta niha ji hejmara qeydkirî 154 hezar û 569 heb kêm bûne. Li gorî serokatiya îdareya koçberiyê bajarê herî zêde Suriyeyî lê ne STenbole û 531 hezar û 173 kes li Stenbolê ne. Piştî vê  Dîloke û 444 hezar û 850, li Rihayê 341 hezar û 909 kes hene. Li Kilisê  74 hezar û 873 Sûriyeyî hene.     Kirin alava tehdîdê   Penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê her tim ji bo têkiliyên derve yên desthilatdariyê bûn alava şantajê.  Serokomar Tayyîp Erdogan di 2016’an de li dijî Ewropayê bikar anî û got ‘qisur mêze nekin em ê deriyan vekin’.  Li gel vê penaber di serî  mafê jiyanê, ji gelekên mafên xwe bêparin û mafên wan tên binpêkirin.