14'ê Hezîrana 2019'an: Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin 2023-06-14 09:01:33     Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna nûnerên gelan kongreya xwe li dar xist. Di kongreya ku li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê pêk hatî de avakirina meclîsa xwe îlan kirin.    1835: Marîa Trabnikova a ku di avakirina kooperatîfa weşangeriya jinên rûsî de cih digirt îro hat dinê.    1904: Rojnameger û wênekêşa Emerîkî Margaret Bourke-White, di dema Şerê 2'yem ê Cîhanê de navdar bû. Cara yekem jinek di kovara Life de wek wênekêşa jin xebitî.    1907: Li Norveçê jinan mafê dengdayînê bi dest xist.   1991: Li Swîsreyê jinan ji bo pratîzekirina qanûna wekheviya di navbera jin û mêran de dest bi grevê kirin.    1993: Tansu Çîller bû serokwezîra Tirkiyeyê. Bi hişmendiya mêr polîtîkayeke meşand û faîlê gelek sûcan e. Di dîrokê de jî navê wê wisa hat nivîsin.   2015: Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd, li Swîsreyê Mîhrîcana Sakîne Cansiz hat lidarxistin.    2019: Piştî 28 salan li Swîsreyê jinan dest bi grevê kirin. Di 14'ê hezîrana 1991'ê de grevek pêk hatibû. Jinan careke din jî ji bo heqdestekî wekhev û karekî wekhev dest bi grevê kirin.    2022: Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (IFC) li Îzmîrê Lijneya Giştî hat lidarxistin û cara ewil jinek hat hilbijartin.