Jinan bertek nîşanî êrişan dan 2023-06-13 22:04:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê da û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku tavilê destwerdanê bikin û sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê di qadên navneteweyî de teşhîr bikin.   Li Efrînê ya di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de sûcên dermirovî dewam dikin. Beriya çend rojan dagirkeran mala jina Kurd a bi navê Ewfa Şêx Ehmed a ji gundê Şêx ê naveya Racoyê talan kirin û bi awayekî hovane wê qetil kir.   Têkildarî van sûcan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan li Heleb, Kobanê û Hesekê  daxuyanî dan. Li Reqayê jî daxuyanî ji aliyê Meclîsa Jinan a Sûriyeyê ve hate dayîn, her wiha Meclîsa Jinan a PYD'ê ya şaxê Helebê daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan şêniyan hatin xwendin.   Di daxuyaniya Rêxistina Sara de sûcên dewleta tirk ên li Efrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van sûcan hatin şermezarkirin.   Di daxuyaniyê de êrişa zayendî ya komên dewleta tirk a li dijî 2 zarokan û qetilkirina Ewfa Şêx Ehmed hatin şermezarkirin û hate gotin ku ev sûc berdewamiya rêzesûcên dagirkeran ên li dijî şênî, jin û zarokên Efrîn û tevahî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ne.   Rêxistina Sara bang li hêzên navneteweyî kir ku şênî û jinên li herêmên dagirkirî ji sûcên dewleta tirk  û komên girêdayî wê biparêzin û van sûcan di qadên navneteweyî de teşhîr bikin.   Daxuyaniya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê jî ji aliyê endama meclisê Suhêr Senûh ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin, herî zêde jinan ji bandorên aloziya Sûriyeyê ziyanan dibînin.   Hate gotin ku li herêmên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatine dagirkirin wekî Cerablus, Girê Spî û Idlibê bîlançoya sûcên qetilkirin, revandin, koçberkirin û desteserkirina mal û milkan zêde bûye.   Meclîsa Jinan a Sûriyeyê sûcên qetilkirin, revandin û êrişên zayendî yên li dijî jin û zarokan  şermezar kirin û bang li NY, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û gelê Sûriyeyê kirin ku li hemberî van sûcan bisekinin.   Li taxa Şêxmeqsûdê Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Helebê daxuyaniyek da. Endama meclisê Sena Mihemed Elî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dewleta tirk û komên wê yên li Efrînê hatin kirin û heta gotin, Rûsya ya federal berpirsên van sûcan in.   Meclîsa Jinan a PYD'ê diyar kir ku ew ê têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî bidomîne.