Li Lubnanê peyama 'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê em bibin yek' 2023-06-13 16:02:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Di komxebata ku li Beyrûda Lubnanê hat lidarxistin ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyam hat dayîn û hate gotin "Divê em bibin yek."   Komxebata ku bi hevkariya Kongreya Federal a Daîmî ya Lubnanê, Komeleya Çandê ya Newrozê, Platforma Rojhilatê ya Pirçandî, Demokratia Novu Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT hate amadekirin, li Beyrûdê ya ku paytexta Lubnanê dest pê kir.   Ji Lubnan, Iraq, Tûnis, Sûdan, Filistîn, Urdun, Misir, Afrîkaya Başûr, Îran, Tirkiye, Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek parêzer, siyasetmedar û akademîsyen beşdarî komxebatê bûn.   Li gorî agahiyên ji aliyê damezrîner û Sekreterê Giştî yê Kongreya Federal a Daîmî ya Lubnanê Alfred Riachi ve hatin dayîn, wê zêdetirî 200 kesayetên ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê beşdarî komxebatê bibin.   Di roja yekem a konferansê de wê Alfred Riachi û beşdar biaxivin û wê piştre li ser sernavên rûniştinên yekemîn û duyemîn nîqaş were kirin.   Mijara rûniştina yekem wê “Şerê global û bandora wê ya Rojhilata Navîn” be. Di rûniştinê de şerê global, sedema wê, bandora wê ya li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur, bandora krîzê ya li ser Lubnanê û metodên çareseriyê were nîqaşkirin. Di heman demê de wê pirsgirêka rêveberiyê ya li Rojhilata Navîn jî were nîqaşkirin.   Wê li ser tecrîdê bê sekinandin   Mijara rûniştina duyemîn jî “Hikûmeta gel û astengiyên li pêşiya wê” ye. Wê komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, sedem û encamên wê, rewşa heyî ya Abdullah Ocalan, sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna têkbirina komployê bên nîqaşkirin.   Di rûniştina sêyemîn a bi navê "Li Rojhilata Navîn bingehên Ronesansê" de, wê şoreşa fikrî û exlaqî, neteweya demokratîk û şoreşa jinê bê nîqaşkirin û sînevîzyona li ser şoreşa jinê bê nîşandan.   Rûniştina çaremîn a komxebatê jî wê bi sernava “Ber bi Rojhilata Navîn a Demokratîk ve” were meşandin. Di vê rûniştinê de wê ji bo ku Rojhilata Navîn demokratîk bibe stratejiyek hevpar, ji bo ku li Rojhilata Navîn konfederasyona demokratîk bikeve meriyetê hewldanên hevpar û di serî de Sûriye ji bo rêbazên çareseriya pirsgirêkên koçberan ên li herêmê werin nîqaşkirin.   Afirênerê Kongreya Federal a Daimî ya Lubnanê û Sekreterê Giştî Alfred Rîachî axaftina vekirinê kir û got: “Ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn çêbibe, divê demokrasî hebe. Em cudakariyê naxwazin, em azadîxwaz in. Em azad ji dayik bûne, em azad dijîn û em ê azad bimirin.”   Piştre Serokê Partiya Misira Sosyalîst Ehmed Behaeddîn Şaban jî bang kir ku li Rojhilata Navîn yekîtî çêbibe û got: “Me çawa ku azadiya Nelson Mandela pêk anî, bi heman awayî divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan jî em bibin yek.”