ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-13 09:00:00     *Li Şahîntepe ku di bin navê veguhestina bajar de tê talankirin, gel li dijî projeya rantê li berxwe dide û diyar kirin ku ew axa xwe terk nakin. Jinan diyar kirin ku çavê dewletê têr nabe û wê axa xwe ji wan re nehêlin. DÎMEN HEYE   *Nûnerên rêxistina civaka sîvîl û jinan bal kişandin ser tifaqa AKP-MHP'ê bi dijminên jinan re çêkirine û hedefgirtina zagona 6284'an. Jinan dan zanîn zihniyeta Hizbullah li meclîsê ye û gotin ew ê li dijî vê zihniyetê li kolanan li berxwe bidin.  DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Silopyayê Asuman Kulter, bal kşinad ser êrîşên bi maşîneyên zirxî yên li dijî zarokên kurd û destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê û bêdengî bûyerên bi vî rengî zêdetir dike. Asûmanê got li dijî van bûyeran ne tenê kurd divê sazî û dezgehên navneteweyî jî bikevin dewerê. DÎMEN HEYE   * Zeviyên Westanê ya ku di navbera Çiyayê Artosê û Gola Wanê de mayî bi hatina biharê re bi rengên kesk, sor û zer xemilî. BI DÎMEN    * Seroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn 28 sal in Dayikên Şemiyê bi tenê nehiştiye û wiha dibêje: "Êdî li Tirkiyeyê polîs bi awayekî azad li çavên me dinêre û dibêje 'Xwezî me îşkence li we bikira'. Lê divê bê zanîn ku vînek wisa heye ku dê li Qada Galatasareyê çalakiya xwe bidomîne. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya çalakiyê bikin." BI DÎMEN    *Jinên ku ji bo daneşîna yekem a Mudura Karên Nivîsê ya ajansa me JINNEWS Safiye Alagaş axivîn gotin, "Dem dema parastina nûçegîhaniya jinê ye."