Kongreya Star êrişên dewleta tirk şermezar kir 2023-06-13 08:51:33     HELEB - Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên bi balafirên bê mirov ku mirovan dike hedef, her wiha topbarana li ser herêmên Şehbayê Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê meşeke girseyî li dar xist.    Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên bi balafirên bê mirov ku mirovan dike hedef, her wiha topbarana li ser herêmên Şehbayê Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê meşeke girseyî li dar xist. Meş ji pêşiya eywana Yasîn a ku dikeve milê xerbîya taxê dest pê kir û ber bi Qada 7 pakrewanan a ku dikeve milê şerqîya taxê dom kir.   Di meşê de pankartên bi nivîsa "Li dijî dewleta tirk a dagirker serî hildin û wan ji tevahî xaka Sûriyeyê derxin","Dewleta tirk terorê dike û piştgiriya wê dike" hatin vekirin. Di hema demê de alên Kongreya Star û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha dirûşmên "Şehîd namirin","Kujer Erdogan","Bijî berxwedana Şehbayê" hatin berzkirin.    Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Nêrgiz Hemû ve hat kirin.   Nêrgiz di destpêka axaaftina xwe de êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Şehbayê bi tundî şermezar kir û di şexsê her sê pakrewanan de hemî pakrewanên azadiyê bi bîr anî û sersaxî ji malbetê re xwest.   Nêrgiz di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Dewleta tirk û alîgirên wê dixwazin komkujiyê bi ser gelê kurd de bimeşînin da ku vîna gelê kurd bişkîne. Ev hemî kiryar û komkujî li hemberî hemî dewlet û çavên dinyayê çêdibe. Her wiha hemî dewlet li ser pişta gelê kurd dixwazin siyaseta xwe ya qirêj bide meşandin.   Nêrgiz di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman:"Em wek şêniyên taxa Şêxmeqsûda berxwedêr bi tundî êrîşên dewleta tirk şermezar dikin û ev dijminê hov nikare îradeya gelê me bişkîne. Ji ber em xeta pakrewanên xwe dişopînin û heya em rêberê xwe di nav xwe de nebînin em bi xweşî ranazên."