Hevşaredarên di bin çavan de hatin girtin 2023-06-12 21:32:54   AGIRÎ - Hevşaredarên HDP'î yên Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç ên hatibûn binçavkirin hatin girtin.   Hevşaredarên HDP'î yên Panosa Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç û Midûrê Çavkaniyên Mirovan ê şaredariyê Ûgûr Laçîn di 9'ê Hezîranê de hatin binçavkirin. Hevşaredar piştî 3 rojên di binçavan de bi îdiaya "binpêkirina îhaleyê" hatin girtin.