Gardiyanan li girtiyan dan û gef li parêzeran xwarin 2023-06-12 20:53:24   ÎDIR- Baroya Îdirê, daxuyand ku li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S gardiyanan li girtiyan daye û gef li parêzaran xwariye.   Baroya Îdirê, têkildarî gefên gardiyanên Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S de ku li parêzeran xwarin, daxuyanî da. Cîgira Serokê Baroya Îdirê Hulya Demîr metna daxuyaniyê xwend.   Hulyayê anî ziman ku di 14'ê Nîsanê de parêzer ji ber lêdana gardiyanan a li girtiyan çûne girtîgehê, lê gardiyanan gef li parêzeran xwarine. Hulya da zanîn ku nêzî 10 gardiyan bi ser girtiyên wan de çûne, derdora wan girtine û bi devkî û fîzîkî gef li wan xwarine û gotine: "Hûn kî ne. Hûn mehkûman ji bo serîhildanê teşwq dikin."   Hulay da zanîn ku bûyer bi girtenameyan hatiye tomarkirin û got: "Li Serdozgeriya Komarê ya Îdirê giliyê gardiyanan hatiye kirin û hatiye xwestin hevdîtin bi dozger re bê kirin, lê dozger qebûl nekiriye.   Hulya diyar kir ku li girtîgehê mafên girtiyan tê binpêkirin û got ku heta ev muameleya bêhiqûqî bi dawî nebe ew ê pêvajoya edlî û îdarî bişopînin.