Nobeda Edaletê di roja 812'an de dewam dike 2023-06-12 14:01:54       RIHA - Nobeda Edaletê ya Malabta Şenyaşar di roja 812’emîn de dewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam parvekir: “Heta ku edalet neyê em li mala xwe rûnanin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 812’emîn de dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe yên nobedê digirin ji ber çûn hevdîtina vekirî ya Fadil Şenyaşar ê 5 sal in di hucreya yek kesî de li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin nehatin ber deriyê Edliyeya Rihayê.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ji bo ku em ê biçin serdana Fadil Şenyaşar ê beriya 5 salan bi awayekî birîndar li nexweşxaneyê hate binçavkirin û di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin, em ê li ber deriyê edliyeyê nebin. Heta ku edalet neyê em li mala xwe rûnanin.”