Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûdê ji bo tecrîdê daxuyanî da 2023-06-12 13:55:13     HELEB - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûdê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da.   Ev bû 24 sal in ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di navbera çar dîwaran li îmraliyê di nava tecrîdeke giran de dijî. Di heman demê de ev 24 sal in ku bêdengiya NATO'yê û rêxistinên mafên mirovan didome. Her wiha bêdengiya CPT'yê li hember vê tecrîda giran berdewam e û bê bertek mane. Ev bû du sal in jî qet agahî li ser rewşa Abdullah Ocalan tune ye û cezayê dîsîplînê li ser Abdullah Ocalan zêde dikin. Li ser vê rewşa wiha îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Meclîsa jin a Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li pêşiya  Meclîsa Malbatên Şehîdan a ku dikeve milê xerbîya taxê ji aliyê Endama Ofîsa Jinê ya  Meclîsa Malbatên Şehîdan Ferzende Cafer ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di destpêkê de em li hemberî şehîdên xwe yên bi rûmet ên ku ji bo jiyaneke azad û bi rûmet û ji bo mirovatiyê canê xwe feda kirine, bejna xwe ditewînin û bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em  weke jin li hemberî dagirkeriyê her tim li ser rêya têkoşîn û berxwedanê bin.   Di rastiya xwe de dagirker her dem di hemû şoreşan de rêbertiyê dike hedef, çawa ku dagirkeran rêbertî kir hedefa xwe ji bo şikandina îradeya gelên bindest û tunekirina gelê Kurd bi taybetî ket nava tevgerê lê bi raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku li cîhanê belav bûye em têkoşîna xwe didomînin. Em ê weke jin îradeya xwe ya azad bidomînin û berxwedana gerîla ya li çiya bikin hêz û ji bo serkeftina hemû gelên bindest, em ê li berxwe bidin. Ji ber ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwedî hêz e ku gelan bike yek û jinan ji hemû zincîrên mêtingeriyê rizgar bike.    Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji ber ku Rêbertî banga çareseriya aştiyane ji hemû gelên Rojhilata Navîn re kir, ji ber ku civak hewcedariya çareseriyeke radîkal e. Ji bo azadiya jinê û parastina rûmeta civakê ya bi projeya netewa demokratîk, projeya Rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan em ê li berxwe bidin."