Rojnameger Ceylan Şahînlî beraet kir 2023-06-12 11:56:59     ENQERE - Rojnameger Ceylan Şahînlî ya ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” dihate darizandin beraet kir.    Danişîna biryarê ya doza derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî de têkildarî çalakî û aktîvîteyên dema xwendekar bû di gulana 2017’an de tev li bûbû bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hatiye vekirin li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate li dar xistin. Di danişîna ku Ceylan Şahînlî tev li nebû de parêzerê wê Resûl Temûr bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzera Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahîn jî ji bo danişînê temaşe bike li eywanê cihê xwe girt.     Di danişînê de belgeyên li dosyayê hatin zêdekirin hatin xwendin. Dozger ê pişt re mutalaaya xwe xwend, bi hinceta ku tu hêmanên qanûnî yên sûc nîne, daxwaza biryara beraetê kir. Parêzer Resûl Temûr jî tev li dozger bû.    Şandeya dadgehê ji ber tu hêmanên qanûnî yên sûc nînin, biryara beraetê da.