Li dijî gundê Şehba û Efrînê êrîş 2023-06-11 20:13:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk li dijî gundên Şehba û Efrînê êrîş pêk anî.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan Hawar (ANHA) dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê gundê Bêlûniyê û derdora navçeya Til Rifet a girêdayê Kantona Şehba hedef girtiye.   Her wiha hat destnîşan kirin ku bi awayekî hevdem êrîşê gundê Bênê ya navçeya Şerawa û gundên Merexanzê, Şewarxa, Malîkiyê, Tat  Meraş a navçeya Şera a Kantona Efrînê kirine.   Hat diyar kirin ku heta niha ji 100’î zêde obus û topên heawnê îsabetê gundan kirine.