Li Helebê li dijî êrişan daxuyanî hat dayin 2023-06-11 15:44:10     HELEB - Îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Meclîsa giştî ya herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek ji bo şermezarkirina êrîş û hedefgirtina xelkê Şehbayê ya ji aliyê dewleta tirk ve hat dayîn.   Duh piştî nîvro li navçeya Ehdas a girêdayî Helebê artêşa tirk li hember hêz û welatiyên Efrîn û Şehbayê êrîşek bi balafira keşfê pêk anî. Di encamê de du têkoşer birîndar bûn û sê ji wan jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê bûyerê daxuyanî ji aliyê Meclîsa Giştî ya herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Giştî ya herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman ve li pêşiya meclîsa giştî ya ku dikeve milî xerbîya taxê bi amedebûna endamên sazî, partî û komînên taxê hat xwendin.   Di metna daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bidawîhatina hilbijartinên Tirkiyeyê ku bi awayekî eşkere di nava civaka Tirkiyeyê de parçebûneke mezin derket holê û krîza aborî, civakî û siyasî tê jiyîn, eşkere xuya dike ku Tirkiye dev ji êrişên xwe yên li dijî gelê kurd bernade. Rastiyek heye ku krîzên Tirkiyeyê dê rê li ber vê yekê negirin ku meyla xwe ya êrîşkar li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sivik bike.   Di salên borî de dewleta tirk a dagirker bi dagirkirina herêmên me yên li Efrîn, Idlib, Girê Spî û Serêkaniyê têr nekir, gel koçber kir û guhertina demografîk pêk anî. Serkirde û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel ji xelkên herêmê pêk tên û herêmên xwe bi xwe diparêzin. Em helwesta navneteweyî, van êrîş û binpêkirinan eşkere şermezar dikin.   Duh piştî nîvro, artêşa tirk a dagirker li navçeya El-Ehdeth a Şehbayê wesayîteke Yekîneyên Parastina Gel hedef girt û di encamê de 3 şervan şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn. Li gorî encamên destpêkê, weke peyameke dewleta dagirker a tirk bi taybetiyên zelal li dijî her siyaset û dîplomasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê meşandin. Rûsya berpirsyar e ji hedefgirtina koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn, ji ber ku Rûsya xwediyê esmanê Şehbayê ye. Divê Hikûmeta Sûriyeyê û Yekîtiya Dewletên Ereb li hemberî van binpêkirinên Tirkiyeyê bê rawestan helwestên cidî û berpirsiyariyê nîşan bidin.   Pêwîst e gel û pêkhateyên me yên bi hev re dijîn, zanibin ku rejîmên dîktator ên li herêmê bi pêşengiya dewleta tirk êriş dikin. Li dijî êrişan em ê têkoşîna xwe bidomînin."