Zarokekî bi hinceta bavê xwe kuşt, hat girtin 2023-06-11 10:28:44     AMED - Li navçeya Gêl, sercerdevan Selahattîn Umay ku hewl da jina pê re zewicî qetil bike, lê belê zarokê wan dayika xwe parast û kiryar kuşt. Zarokê ku hatibû binçavkirin, hat girtin.   Keya û sercerdevanê gundikê navçeya Gêlê ya Amedê Selahattîn Umay, hewl da jina pê re zewicî E.U., qetil bike. Bûyera ku di 8’ê Hezîranê de qewimî, hat diyarkirin ku sercerdevan bi awayekî sîstematîk tundiyê li E.U., dikir û bi amûrekek birînê êrîş kiriye.   Zarokê ji bo dayika xwe biparêze bi çekê gule berda bavê xwe û ew birîndar kir. Sercerdevanê ku rakirin nexweşxaneyê mir, E.U., jî ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyê.   Leşkerên ku roja bûyerê çûn gund zarok kirin bin çavan, derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî îfadeya li cendirmeyê zarok sewqî serdozgeriyê hat kirin. Serdozgeriyê bi biryara girtinê zarok sewqî dadgehê kir û dadgehê jî heman biryara girtinê da û zarok birin girtîgehê.