Nûnera Alinterî: Divê em dest ji têkoşîna kolanê bernedin 2023-06-11 09:03:03     Rozerîn Gultekîn    STENBOL - Nûnera Alinterî ya pêkhateya BMG’ê ye Muruvet Kuçuk da zanîn ku li dijî tifaqa AKP-MHP û HUDA PAR'ê  dînamîka herî demokratîk xurt û pêşeketî Partiya Çep a Kesk e û wiha got: “Divê em bi rihê seferberiyê pêvajoyê bigirin dest. Li dijî êrişên faşîst yên li kolanan divê em seknek zelal nîşan bidin.”   Piştî hilbijartinên serokomarî û palamenteriyê serokomarê AKP’î dîsa hat hilbijartin. AKP-MHP ku hemû gel tune hesiband, bi armanca polîtîkayên xwe yên şer û talanbê bimeşînin dîsa bû desthilatdar. Ligel vê bi MHP û HUDA PAR ku dijminahiya kurdan, gelan û jinan dike tifaq kir û armanca wan ev e ku kesên ne ji xwe tune bikin. Lê li dijî van tifaqan Partiya Çep a Kesk ligel jin û gelan cih digire û dibe hêviyek mezin.    Nûnera Alinterî ya pêkhateyên Hêzên Têkoşîn aYekbûyî (BMG) Muruvet Kuçuk derbarê  pêvajoya hilbijartinê, hilbijartina Tayyîp Erdogan de nirxandin kir.   ‘Partiya Çep a Kesk dînamîka berxwedanê temsîl dike’   Muruvetê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tu car hilbijartinek demokratîk pêk nehatiye û di pêvajoyê de li hember tevgera azadiya kurd êriş pêk hatine bi oeperasyonan derfetên dewletê heta dawî hatine bikaranîn. Muruvetê wiha dirêjî daye: “Vê globalbûnê bandor li sindoqan jî kiriye. Desthilatdariya Erdogan di alî sermaya navneteweyî û burzuvaziya Tirkiyeyê de mîlada xwe tije nekiriye û alavek tê bikaranînê. Ev ji aliyê hêzên emperyalist ve wek derfet tê dîtin. Ligel vê sanayiya çekan, xebata TOGG meşand. Lê di jî van Partiya Çep a Kesk hêviyê dide û dînamîka berxwedanê temsîl dike.”   Muruvetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li aliyê din jî têkoşîn tenê bi sindoqan nirxandin şaş e. Pirsgirêka kurd bi hilbijartinan nayê çareserkirin. Dîsa tabana Partiya Çep a Kesk ne tabana hilbijartinê ye. Potansiyela têkoşîna demokratîk û dînamîka wê dihewîne, girseyeke li kolanê li qadên jiyanê îradeya xwe daneye holê. Divê ev girse bi hilbijartinan neyê dest girtin.”   Bi tifaqa Huda Par çi hat armanckirin?   Muruvetê di berdewamiyê de ev titş anî ziman: “Piştî hilbijartinan meclîsa herî paşverû hat dîrokê hat avakirin. Tabloyek dijminahiya jinê dike derket holê. Pêkhateyek ku berdewamiya rejîma faşîst  dike di meclîsê de derket holê. Kabîne jî li gorî vê konsepte hat avakirin. Bi Huda Parê jî polîtîkaya hedef digir, kir jiyanê. Divê zimanekî kolanê yê nû bê pêşxistin û rêxistinbûn bê mezinkirin. Li dijî êrişên faşîst divê em sekna xwe zelal nîşan bidin. Divê gel dest ji têkoşîna kolanê bernedin.”