ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-11 09:00:00     * Welatiyên Stenbolê ku li dijî xizaniyê têkoşîna jiyanê didin diyar dikin ku yekane sedema krîzê AKP-MHP ye û gotin desthilatdarî budçeye ji bo şer vediqetîne û gotin: “Em nikarin debarê bikin. Butçeyên ji şer re tê veqetandin em anîne vê rewşê. Min nan derbas kir, xanî wê tunebin em lê bistirin. Heke evv hikûmet biçe wê aborî baş bibe.” BI DÎMEN    *Nûnera Alinterî ya pêkhateya BMG’ê ye Muruvet Kuçuk da zanîn ku li dijî tifaqa AKP-MHP û Huda Parê  dînamîka herî demokratîk xurt û pêşeketî Partiya Çep a Kesk e û wiha got: “Divê em bi rihê seferberiyê pêvajoyê bigirin dest. Li dijî êrişên faşîst yên li kolanan divê em seknek zelal nîşan bidin.” BI DÎMEN    * Parêzer Songul Argunaga hedefgirtina qanûna hejmar 6284'an nirxand û got: “Çima li dijî 6284'an dijiminahî tekirin? Wek di Peymana Stenbolê de hat kirin, pîroziya malbatê ji mafê jiyana jinê bi nirxtir tê dîtin. Tundiya li ser jinê, ji bo belavbûna malbatê sedemek têr nîne.” BI DÎMEN