Dayikên Şemiyê bang li parlamenteran kir: Soza xwe bi cih bînin 2023-06-10 16:04:01     STENBOL - Dayikên Şemiyê, bertek nîşanî binçavkirina 20 kesên ku di hefteya 950’emîn de di encama êrişa polîsan de hatin binçavkirin da, bang li parlementerên serdema nû kirin û wiha got: “Em bang li kesên ku li ser rûmet û dilsoziya xwe ya demokrasiyê sond dixwin. Soza xwe ya ji bo civakê daye bi cih bînin."   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di hefteya 950’emîn de jî li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin. Komîsyona Li Dijî Windayên di Binçavan de ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û nerazîbûn nîşanî binçavkirina dayikan û parêzvanên mafên mirovan da.    Di civînê de pankarta bi nivîsa “Qada Galatasarayê ya me ye, bila binçavkirî bên berdan” hat daliqandin. Gele kes tev li civînê bûn. Endama Komîsyonê Zeynep Yildiz daxuyanî da.    Zeynep, biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê çalakiya Dayikên Şemiyê de daye bi bîr xist û wiha got: “Binçavkirina Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan nehiqûqî ye û polîs sûc dikin. Em bang li rayedaran jî dikin; nenasîna biryara AYM’ê tê maneya binpêkirina Destûra Bingehîn û sûckirinê. Sepanên ku Destûra Bingehîn binpê dike û sûc dike bi dawî bikin. Dawî li qedexeya Qada Galatasarayê ku li dijî Destûra Bingehîn e bi dawî bikin.”    Paşê ji xizmên windayan Ayten Morsumbul jî axivî û got: “Hûn nikarin bi astengkirina çalakiya me têkoşîna me têk bibin. Em ê dest ji çalakiya xwe ya 28 salan bernedin. Qada Galatasarayê ya me ye.”