Malbatên serhildêrên ‘Jin jiyan azadî’ li Saqizê hatin revandin 2023-06-10 15:11:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên kesên ku di serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jiyana xwe ji dest dabûn, li dijî xirakirina goristanan çalakî li dar xistin. Hat zanîn malbat dema ji Saqizê vedigeriyan ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin û wan birin cihekî ne diyar.   Di 9’ê Hezîranê de hêjmarek zêde ji malbatên kesên ku şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jiyana xwe jidest dabûn, ji bo şermezarkirina ji aliyê hêzên Îranê ve xirakirina Goristana Ayçî çalakiyek lidar xistin. Hat zanîn ku malbat di vegerê de ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin û wan birine cihekî ne diyar.   Nasnameya beşek ji kesên hatine revandin wiha ye:   Şerîfe Mirzayî ya dayika Ramîn Hesênê girtiyê siyasî ku hat darvekirin, Kuhsar Minberî, Han û Baran Minberî û xwişk û birayên Peyman Minber, Haşim Seidî bavê Sarina Seidî, Mîda Nasrî, Abdurehman Nasrî û Limuyî Nasrî yên malbata Metin Nasrî, Hesen Emînî birayê Mihemed Emînî li gel dayîk û endamên din yên malbatê, Sedîq Behmeniyî bavê Şaho Behmenî li gel malbata xwe, Heyat dayika Muimin Zendekerimî li gel malbata xwe, Kiya û Buna Muradî û Ehmed Rehîmî Bawkî û bi dehan kesên din di nava kesên hatin girtin û heta niha çarenûsa wan ne diyar in.