Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn 2023-06-10 14:25:46     AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê li Amed û Êlihê aqûbeta Îsa Gok û Selahattîn Akbulut pirsîn û xwestin kujer bên girtin.    Çalakiya Xizmên Windayan li Amed û Êlihê pêk hat û vê heftê aqûbeta Îsa Gok û Selahattîn Akbûlut hat pirsîn.   Amed   Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 748’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Parka Koşûyolû li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Xizmên Windayan vê hefteyê li kujerên Selahattîn Akbulut ê di sala 1994’an de li Bismilê hat binçavkirin û paşê hat qetilkirin pirsîn.   Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku êrişên beriya hilbijartinê didomiyan piştî hilbijartinê jî berdewam dikin. Abdullah tundiya polîsan a li Cizîrê di serdegirtina malekî de, binçavkirina Hevşaredarên Panosê û qetilkirina zarokê 5 salî Erdem Aşkan ê li Geverê bi bîr xist û got: “Ji ber polîtîkayên ewlekariyê pirgirêka kurd nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê jî binpêkirinên mafan her roj diqewimin. Muxalefet jî li ber vê yekê bêdeng dimîne. Bi polîtîkayên ewlekariyê wê tu kes negihîje tu cihî.”    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya qetilkirina Selahattîn Akbulut xwend.    Firat diyar kr ku malbata Selahattîn Akbulut ji kujeran du kujran nas dike û ji ber cerdevaniyê qebûl nekiriye hêzên dewletê zextan lê kirine û ji ber vê yekê jî çend hatiye binçavkirin û gefa kuştinê lê hatiye xwarin û her tim zext lê hatine kirin. Firat destnîşan kir ku piştî gef û zextên li Selahattîn tên kirin paşê tê binçavkirin û 25 roj şûn ve di 26’ê sibata 1996’an de cenazeyê wî ku ji guleyan bûye serad li gundê çemê Goma yê li Bismilê tê dîtin. Firat Akdenîz anî ziman ku tevî ewqas sal derbas bûn jî hê jî kujerên wî nehatine cezakirin.    Piştî xwendina serpêhatiya Selahattîn Akbulut 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Êlih    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihyê jî di hefteya 584’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberên HDP, Partiya Çep a Kesk û OHD’ê tev li çalakiyê bûn .   Vê hefteyê li aqûbeta Îsa Gok ê di hezîrana sala 1994’an de li Êlihê hat windakirin pirsîn. Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend û destnîşan kir ku heta ku kujer û winda bên dîtin dê têkoşîna wan bidome.    Rumeysa Denîz Kaya serpêhatiya windakirina Îsa Gok xwend û da zanîn ku di meha hezîrana sala 1994’an de şeveqî ji bo biçe kar ji malê derdikeve û carekî din venagere malê û her çiqas malbat lê digere jî wî nabîne. Rumeysa Kaya da zanîn malbat dixwaze gorek Îsa Gok hebe.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.