ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-10 09:00:00     * Jinên Botanê berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê silav kirin û gotin: "Bi daxwaza Tirkiyeyê li wargehê koçberî tê ferzkirin. Lê planên li hemberî wargehê bi berxwedana gel têk çû. Lê divê kurd li hemberî her cureyên êrişan demildest yekitiya xwe ava bike." BI DÎMEN    *Ji Tora Parastina Jinan Ceren Bariş da zanîn ku wan bi tevgera jinan xwe heyî kirine û li dijî polîtîkayên dijminê jinê wiha got: “Em di hişmendiya ku vê desthilatdariyê hilweşînin de ne. Em ê hesab ji tundiya dewlet-mêr bipirsin. Em ê her tim lêgerîna edaletê bimeşînin. Em ê têkoşînê bilind bikin.” BI DÎMEN    *Endama Lijneya Rêveber a TTB’ê Dr. Ayşe Ugurlu da zanîn ku bi tecrîda li ser girtiyan dixwazin îradeya girtiyan bişkînin û wiha vegot: “Tiştên li girtîgehan pêk tên, yek ji pêkanînên ku hewl didin civakê jî dizayn bike ye. Ez ji hemû mirovan dixwazim hestiyar bin. Divê em bi awayekî xwe bigihînin girtiyên paş deriyan. BI DÎMEN    *Jinên li Îzmîrê koma wêneyan ava kirin, pêşangeha wêneyan vekirin. Meryem Gulbudak a di pêşangehê de berhemên wê jî cih digirin, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji ber huner di bin zextan de ye dibe sedema rizandina civakî û got li dijî vê divê zêdetir teşwîqê hunerê bê kirin. BI DÎMEN