Nîjadperestî û têkoşîna jinê gelo dikare bi hev re bimîne? 2023-06-09 09:03:22     Melek Avci   ENQERE - Di siyaseta rast a populîst a cîhanê de lîderên jin zêde dibin û ev jî bi xwe re nêrîna ku wê destkeftiyên jinan zêde bibin tîne. Lîderên jin yên wek lîderê partiyên rastgir derketine holê jî li dijî hevzayendên xwe pozîsyonê girtine.    Li her qada civakê nûneriya jinê girîngiyek mezin teşkil dike. Jinên di pozîsyonên girîng û stratejîk de cih digirin, tê payîn ku  tevgera jinan û hevzayendên xwe xurt bikin. Lê modernîteya kapîtalîst ji bo pêşî li têkoşîna jinan bigire siyasetmedar û lîderên jin yên pêşî li wan tê girtin  derdixe pêşberî me.   Di partiyên rastgir de jinên dertên pêş, polîtîkayên piştgiriyê didin kapîtalîzmê derdixin pêş. Tevgera jinan a têkoşîna wekhevî û azadiyê dide, li dijî her cureyê polîtîkayên zîhniyeta serdest û faşîzmê têdikoşin.   Di seranserê cîhanê dema siyasta rastgir a populîst tê gotin profîla mêr hişê mirovan e. Lê di salên dawî de li Almanya, Fransa, Polonya, Swêd, Îtalya, Swîsre û gelek welatên din di encamên hilbijartinan de jin li alî siyaseta rastgir cih digirin, lîderiyê dikin û di rêveberiyan de cih digirin. Lê em vê di mekanîzmayên biryarê de nabînin. Elisa Gutscheder barê vê pergalê de ji Deutsche Welle re axivî û got: “Rola ku jin bibin ruyê modern û dostane ya partiyê didin jinan. Hemû partî vê dikin. Di mijara jinê de pêngavek wan tune ye. Ev partî di mijara wekheviya jin-mêr de ne partiyên pêşketî ne.” Bi kurtasî jinên di siyaseta rastgirt de cih digirin, stratejiya ku jinan ji rastiyê dûr dixe dimeşînin.    Di hatina gel hev a siyaseta jinê esas digire û populîstbûna rastgir   Ligel vê hewldana kapîtalîzmê ku pêşî li têkoşîna jinê digire, girêdayî îdeolojiya netewperestiyê ye jî. Lîderê jin yên populîst rasgirt, jinên penber ji têkoşîna azadiyê dur digirin û ji ser penaberên mêr venasîna mexduriyetê dikin. Siyaseta rastgirt û siyaseta jinê esas digire, penaberên mêr mexdur nîşan dide.  Ev teşeyê siyaseta ku têkoşîna azadiya jinê di nokteyek biçûk de tengezar dike, li ser jin û lîderên jin tê hilberandin û bêguman ev ne tesadufe.   Zayend, welat û argumana ol   Hinek lîderên jin ku her tim serkeftina wan dertê pêş hene. Em dinêrin zemîna îdeolojîk wekhevin. Gîorgîa Melonî ku Serokwezîra Îtalyayê ye, partiya wê Partiya Xwişk û Biran e (Fdl) ya muhafazakar û nîjadperest e.  Lîdera jin Gîorgîa digot ‘Ez jinekim! Ez dayikek im! Ez Îtalyanim ez Xiristiyanim’. Jintiya xwe di xeta faşîst a siyasetê de sînor kiribû.    Ji jinên penaber re na, ji yên îtalyan re erê   Gîorgîa ku xeta polîtîk bi zelal îfade dikir digot "Em Xweda, welat û malbatê diparêzin" û jinên Îtalyan bi giştî di sazya malbat û ol de hesp dikir.  Gîorgîa gotinên xwe yên tund li hember penaberan her tim dianî ziman û polîtîkayên qedexeya kurtajê ji bo jinan destek didayê lê ji bo jinên penaber ev pêk nedianî. Jinên penaber tevli hêza kar dikir û di sektorên vekirî de nikaribûn bixebitin.   Gotin û nakokî   Li Almanyayê jî heman rewş û pêkanîn tê dîtin.  Alîce Weîdel ya 42 salî ku seroka Koma Meclîsa Alternatîf a Almanyayê (AfD) ya partiya rastgir e, ji dijminahiya li dijî penaberan xwedî dige li ser ol û îslamafobiyê siyasete dike û xetereke wisa dimeşîne.  Alîce lîdereke ku netew dewlet û kapîtalîzmê bi awayekî şênber daniye ber me. Li dijî jin, LGBT’iyan bi helwest û berteke. Alîce tevî van gotinên polîtîk bi kesekî LGBTÎ re dijî.   Mudaxaleyê bedena jinê dike   Yek ji welatên din ku bi polîtîkayên zextxwir yên li hember jinan tê zanîn Polonyaye. Li Polonyayê ji 2015’an heta nih apartiya Hiqûq û Edeletê (Pîs) desthilatdare û ji wê rojê heta niha li dijî mafên jinan êrişek mijara gotinê ye. Hikûmetê ji 2020’an de mafê kurtajê qedexe kiriye. Gelek jin neçar dimînin ji bo vê pêkanînê biçin derveyê welat. Hikûmetê der barê Peymana Stenbolê û Peymana Mafê Mirovan a Ewropa (PMME) ji dadgehê xwestibû ev derbasdar in an na. Li Polonyayê ku welatekî katolîke, dîsa lîderên jin yên bi polîtîkayên dijberê jinê ne dertên pêş. Cigira Serokê Giştî yê Partiya Hiqûq û Edeletê  nîjadperest, Beata Sydlo di 2015-2017’na de wek sêuyemîn serokwezîra jin cihê xwe girtibû.  Wê jî bi gotinên polîtîk yên dijminahiya penaberan û kurtajê nêzîkatiya xwe nîşan dabû.   Wezîra destdirêjiya cerdevan ji nedîtîve hat   AKP jî di nokteyek ji derveyê têkoşîna azadiya jinê cih digire û "ol, malbat û welat" diparêze. Bi dehan carî gumanbarê tecawizê bê ceza hitşine û ji destdirêjiyê re zemîn ava kiriye. Wezîr Derya Yanik di bûyera H.K.G de  mînanek baş nîşanî me da. Dîsa Meral Akşener a serokatiya Îyî Partî dike di pêvajoya hilbijartinên 14’ê Gulanê de nasnameya jina Tirk derxistibû pêş û di namzetiya serokomariyê de jî daxwaza namzeta Tirk Sunnî anî bû ziman. Endama Lijneya Rêveber a Baskên Jinan a Huda Parê Zehra Çîftçî jî gotibû ew wekheviya jin û mêr red dikin û wekheviya jin û mêr wek "Gurkirina îstîsmarê" girtibû dest.   Em li hemû cîhanê binêrin li dijî tevgera jinan a bilind dibe pratîkên kapîtalîzmê hene. Gelo nîjadperestî û têkoşîna jinan dikare ligel hev cih bigire. Na. Siyaseta rastgir ya jinê di sêgoşeya ol, malbat û nasnameyê de tengezar dike, ne dostê têkoşîna azadiya jinê ye, berovajî vê parçe dike."