Li Cizîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin 2023-06-08 20:59:09   ŞIRNEX –Li Cizîrê ji kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin du kes hatin girtin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê duh sibehê di serdegirtina malan de A.R, M.R û R.T hatibûn binçavkirin. Îro piştî îfadeyê her sê kes derxistin edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê A.R bi kontrola edlî hat berdan û M.R û R.T bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatinkirin.    M.R û R.T bi hicneta îfadeyên şahidên veşarî hatin girtin.