Li Girtîgeha Bunyanê binpêkirina mafan dewam dike 2023-06-08 16:06:09     ENQERE - Şîlan Çetiner a li Girtîgeha Jinê ya Bunyanê girtiye da zanîn ew nikarin çayê bibin cihê hewadarkirinê, dema xwestine vê yekê ji îradeyê re ragihîne ev hatiye astengkirin. Her wiha Şîlanê da zanîn rêveberiya girtîgehê derbarê wan de cezayên dîsîplînê yên kêfî dide.    Binpêkirina mafên li girtîgehan her diçe zêde dibe. Şîlan Çetiner a ev 8 salin li Girtîgeha Jinê ya Bunyanê girtiye û cezayê muebbetê lê hatiye birîn di hevdîtina îro ya bi Rojbîn Çetiner re binpêkirina mafên li girtîgehê ragihand.    Cezayên dîsîplînê yên kêfî    Rojbînê da zanîn di serdema hilbijartinê de gardiyan li hemberî wan nerm bûne lê belê piştî hilbijartinê dîsa helwesteke sert derxistine holê û got:"Nahêlin em çay an jî avê bibin cihê hewadarkirinê. Dema girtî vê yekê dipirsin jî gardiyan bi ser wan de diherin. Rêveberiya cezayên dîsîplînê yên kêfî dide."   Serî li CÎMER'ê dan   Rojbînê diyar kir ku wan li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) dane.