Girtiya du caran înfaza wê hat şewitandin tahliye bû 2023-06-08 11:07:18     MÊRDÎN - Azîze Yagiz a li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê dima û du caran înfaza wêa hat şewitandin piştî 13 salên di girtîgehê de hat tahliyekirin.   Azîze Yagiz a li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsa Mêrsînê dima piştî 13 salan hat tahliyekirin. Azîze ya ku piştî li Mêrdînê hat girtin û înfaza xwe di 2022'yan de di meha kanûnê de qedand, ji aliyê Îdareya Girtîgehê ve bi îdiaya "rewşa nebaş" înfaza wê du caran hat şewitandin. Azîde piştî ku parêzerên wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û serlêdana wan hat qebûlkirin hat tahliyekirin.   Malbata Azîze ya li Mêrdînê ji bo ku keça xwe pêşwazî bikin çûn Tarsûsê û keça xwe anîn Mêrdînê.