Çend hedef bên girtin jî dê lêkolîna çekên kîmyewî bê kirin 2023-06-08 10:51:37     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Parêzer Şukran Ozturk, diyar kir ku parêzera OHD'ê Aryen Turan ji ber axaftina wê ya derbarê çekên kîmyewî de bûye hedef û got: "Em ê li ser tespîtkirina bikaranîna çekên kîmyewî şopandina xwe bidomînin."   Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Aryen Turan, li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê li ser pêwîstiya lêkolîna li ser bikaranîna çekên kîmyewî di şerê li Zapê de axivî. Derbarê axaftina wê de bi hinceta "Bi zanetî alîkarî daye rêxistinê" doz hat vekirin. Di rûniştina biryarê ya li 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê de heyeta dadgehê biryara beraetê ji Aryenê da.   Yek ji parêzerên dozê Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk, diyar kir ku êrişên li Lijneya Giştî ya Baroyê û piştî wê hatin kirin, bi awayekî plankirî û bi armanca parastina mafan pêk hatin. Şukran diyar kir ku ew bi faktorên hawirdorê û bandora li ser civakê re eleqedar dibin û ji bo tespîtkirina bikaranîna çekên kîmyewî şopandina xwe bidomînin.    'OHD hedef tê girtin'   Şukran, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hedef girtinê û got: "Hedef girtin li ser medyaya dijîtal wekî lînçê berdewam kir û piştre jî doz hat vekirin. Bi taybetî jî OHD û komeleyên hiqûqê hedef hatin girtin. Kesimên ku muxalîf ên ku makeqanûnê diparêzin, parastina azadiya mafên mirovan dikin hedef hatin girtin. Êdî li vî welatî tehemûl nemaye û raste rast mudaxeleyê azadiya ramanê tê kirin. Ji ber ku OHD'ê derbarê mijarê de xebatan dike û têkoşînek dide hedef tê girtin."   'Divê berpirs bên darizandin'   Şukran, daxuyand ku li hemberî axaftinê kampanyayeke lînçê hat destpêkirin û û wiha bi lêv kir: "Metna axaftinê hat krîmînalîze kirin û hewldana lîçê destpê kir. Me daxwaza lêpirsinê kir û me got heke îhlalek hebe bila bi rêya darazê hesab bê pirsin. Me daxwaz kir ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rayedarên berpirs lêkolînan bike. Hem li ser kesên ku jiyana xwe ji dest dane û hem bandora çekên kîmyewî ya li ser derdor û hem jî bandora wê ya li ser civakê divê lêkolîn bê kirin. Îro di operasyonên derveyî sînor tê bikaranîn û dibe ku sibê cihek din bê bikaranîn. Divê em li hemberî vê yekê rawestin û lêkolînan bidin destpêkirin. Ne tenê li hemberî mafê jiyanê, li hemberî mafê civakî û mafê mirovan berpirsiyar bên darizandin."   'Xwestin peyamek bidin gel'   Şukran, da zanîn ku seroka Yekitiya Odeyên Bijîşkan a Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci di kanala Medya Haberê de roportajek da û hat girtin, parêzer Aryen jî ji ber ku derbarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman doz lê hat vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi vî rengî xwestin peyamek bidin û mijar neyê axaftin. Lê em wek OHD'ê dev ji têkoşîna xwe bernadin û me di salona danişîna dozê de gotinên xwe carek din dubare kir."