Di lêpirsîna derbarê jina winda de 3 kes hatin girtin 2023-06-08 10:40:50       XERPÊT- Li Bajarokê Mollakendî sal û nîvek e ji jina bi navê Denîz Turk tu agahî nayê girtin. Ji ber ku ji Denîzê agahî nayê girtin di encama lêpirsîna hat kirin de biryayên wê Ferhat û Kazim Yilan û hevalê birayên wê Murat Canbay hat girtin.   Li  bajarokê Mollakendî yê girêdayî navenda Xerpêtê Denîz Turk a astengdara zîhnî û zewicdanî berî bi sal û nîvekê ji bo biçe nexweşxaneyê ji malê derdikeve û careke din agahî jê nayê girtin. Malbata Denîzê piştî ku jê agahî nagirin derbarê windabûna wê de serlêdanê dikin. Bavê Denizê Niyazî Yilan, di îfadeya ku daye emniyetê de kurê xwe Ferhat û hevslê kurdê xwe Murat Canbay sûcdar kirine. Di lêkolînên ku di kamerayên bajêr de hatine kirin de jî tê xuyakirin ku Denizê herî dawî bi birayê xwe Ferhat û hevalê wî Murat Canbay re hatiye dîtin.   3 kes hatin girtin   Li ser vê Ferhat Yilan,  Kazim Yilan û Murat Canbay hatin binçavkirin. 3 kesên ku pitî îfadeyên wan li emniyetê qediyan sewkî edliyê hatin kirin piştî derxistin Dadgeriya Sulh Cezayê ya Nobedar hatin girtin.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn dewam dike.