ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-08 09:00:00     *Ji ÇocukÇA-DER’ê Necla Korkmaz, anî ziman ku zarok di cihekî bê ewle de tên girtin. Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Jimara 1’em a Amedê Emîne Akşahîn jî destnîşan kir ku ji ber pergala parastina zarokan naxebite zarok hedef tên girtin. BI DÎMEN    *Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Edenê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku ji ber polîtîkayên heyî yên Tirkiyeyê ciwan diçin derveyê welat û sedema vê xizanî û şer e. Tulayê der barê profîla mêr ya li meclîsê de jî got jin li dijî vê profîlê xurt dibin û vê demê di tifaqa Cumhur de demek rehet wê tunebe. BI DÎMEN    *Hatîce Calihan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye tehliyeya wê bêyî hincet 8 mehan hat taloqkirin. Dayika Hatîtceyê, Zeynep Calihan da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her kesî eleqeder dike û banga hestiyariyê li rayagiştî kirin. BI DÎMEN    *Parêzer Şukran Ozturk, diyar kir ku parêzera OHD'ê Aryen Turan ji ber axaftina wê ya derbarê çekên kîmyewî de bûye hedef û got: "Em ê li ser tespîtkirina bikaranîna çekên kîmyewî şopandina xwe bidomînin." BI DÎMEN