Doza Kobanê: Bi mezinkirina têkoşîna jinê dê bersiv bê dayîn 2023-06-07 14:14:42       ENQERE - Di Doza Kobanê de siyasetmedar Ayla Akat Ata diyar kir ku dosyayên darizandinê veguheriye dosyayên tolhildanê. Siyasetmedar Aynûr Aşan jî bal kişand ser hilbijartinê û gotinên li hemberî jinan û got: "Bi mezinkirina têkoşîna jinê dê bersiv bê dayîn."    Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 20 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 2’yemîn a danişîna 25’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişîna doza ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hate birêvebirin de parlamenterên Partiya Çep a Kesk û gelek parêzer amade bûn.    Hin siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin tevli danişînê bûn, kesên di girtîgehên cuda de tên ragirtin jî bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. Danişîn bi xwendina mutalaaya dozger a têkildarî derbas kirina berçavan a girtinê dest pê kir.    Piştî dozgerê dadgehê mutalaaya têkildarî lêkolînkirina rewşa girtî xwendî, danişîn dest pên kir. Piştre jî endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) ê HDP’ê yê berê Alî Urkut axivî. Alî got ku Serokkomarê AKP’î propagandaya xwe ya hilbijartinê li ser Doza Kobanê dimeşîne û bi vê yekê re çanda lînçkirinê diafirîne.    Piştre jî Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Alp Altinors axivî û bal kişand ser biryara DMME’yê ya têkildarî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş. Alp Altinors wiha got: “Dê têkoşîna me dê bidome. Ev dozên kompasê, ev bêhiqûqtî di nava hêzên me yên demokrasiyê de gelek bibandor nînin.”    Piştî Alp, siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û da zanîn ku rêveberên pêvajoyê li derve serbest in û ew jî girtî tên darizandin. Ayla Akat Ata behsa pêvajoya wê demê kir û got: “Ev dosyeya em îro jê tê darizandin veguheriye dosyeya tolhildanê.”     Piştî Akat Ata, siyasetmedar Aynûr Aşan jî axivî û parastina xwe bi kurdî kir. Aynûr ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka tirkbûnê heye û di encama pirsgirêka tirkbûnê de pirsgirêka kurd derketiye holê. Aynûr destnîşan kir ku gelê kurd mafên xwe yên wek statûyê, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û çandî dixwazin û wiha axivî: “Mafên herî bingehîn û rewa yên kurdan di vê hilbijartinê de jî hatin manipulekirin û krîmînalîzekirin. Daraz neserbixwe ye. Heke daraz serbixwe bûya wê ev doz û hemû dozên din bihatina beraetkirin û her kes bihata berdan. Şandeya we wezîfeya xwe ya wîjdanê bicih neanî. Ji bo ev wezîfe jî bicih were helbet wêrekiyê dixwaze. Nexwê we pişta xwe spartiye cihekî xurt. Lewma hûn vê dosyeyê didomînin. Xalek ji dosyeyê nehat guhertin. Hûn bi awayek ripîrast li jiyanê dinêrin. Fikra we sabît e. Gelo hûn bi bawer in ku wê ev îktidar 5 salan biqedîne?     Dozger di mutalaya xwe de pêvajoya aştiyê tune dihesibîne. Gelo kê vê pêvajoyê bi rê ve bir? Vê pêvajoya binirx bi gotina ‘haya min jê nîne’ ji holê hat rakirin. Hemû bar jî danîn ser pişta gelê kurd. Di dîplomasiya Tirkiyeyê de tu kes ji xeynî Serokkomar nikar biryarek bide. Ji ber ku em bi îradeyek azad tevger dikin, li vir tên darizandin. Serokkomar bi gotinên xwe Dadgeha Destûra Bingehîn binpê kir, sûc kir.    Ez li vir giliyê Serokkomar dikim. Me hemûyan dike ‘kujerê’ 52 kesan. Medya alîgir jî Selahattîn Demîrtaş dikin ‘kujer’ û dixwazin vê bixin ser milê civakê. Ez û hemû hevalên min ên ji vê dosyeyê tên darizandin wek ‘kujer’ hatin ragihandin û lansekirin. Sedema vê jî mutalaya dozger e û helwesta hûn nîşanîm e didin e. Şandeya we jî ji vê yekê berpirsiyar e. Hûn nikarin serbixwe biryarê bidin. Çimkî hin tiştan li we ferz dikin. Lê belê rêyek we din heye. Hûn dikarin li gorî wîjdanê xwe tevger bikin û sadiqbûna wî cubeyên xwe niha dikarin hemû hevalên me tehliye bikin. Ez li benda we me ku hûn biryarek bi vî rengî bidin.   Her wiha hilbijartin nê dawî ye destpêke. Têkoşîna jinan û têkoşîna giştî dê berdewam bike. Barê me giran e. Di hilbijartinê de derbarê azadiya jinan de gelek gotinên ne di cih de hatin gotin. Ez ji vir bang li jinan dikim ku bertekê nîşanî helwestên bi vî rengî yên ku jiyana jinê asteng dike bikin. Bi mezinkirina têkoşîna jinê dê bersiv bê dayîn."