Aryen Turan a pirsa bikaranîna çekên kîmyewî kir beraet kir 2023-06-07 13:04:03     ÎZMÎR - Parêzera OHD'yî Aryen Turan a ku ji ber li Lijneya Giştî ya Baroyê anî ziman ku divê bikaranîna çekên kîmyewî ya TSK'ê bê lêkolînkirin û hat darizandin beraet kir.    Parêzera OHD'yî Aryen Turan a ku ji ber li Lijneya Giştî ya Baroyê anî ziman ku divê bikaranîna çekên kîmyewî ya TSK'ê bê lêkolînkirin û hat darizandin. Êrişên nîjadperestî lê hat kirin. Duyemîn rûniştina doza bi îddiaya "alîkariya rêxistinê ya bi zaneyî" Aryen jê hat darizandin li 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Ji ber beşdar di ewyanê de hilnehatin loma jî rûniştin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Rêxistinên mafên mirovan, nûnerên partiyên siyasî, Lijneya Çavdêriyê ya Mafên Parêzeran a li ser navê nûnertiya Baroyên Fransa, Hollanda û Îspanyayê, parêzerên Aryenê û gelek kes tevlî rûniştinê bûn.    Rûniştinê bi tespîta nasnameyê dest pê kir.    Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak da zanîn hempîşeyên wan berpirsiyariya xwe tînin cih û got ne ji bo Aryen ji bo çekên kîmyewî divê lêpirsîn bihata vekirin.    Aryenê ya mafê axaftinê girt got çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.    Piştî navberê dadgehê biryara beraeta Aryenê da.