Meclîsa Jinê ya HDP'ê encamnameya hilbijartinê eşkere kir 2023-06-07 11:45:26     ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê piştî civîna li dar xist encamnameya hilbijartinê eşkere kir. Di encamnameyê de ev gotinan cih girtin:"Em li gor encamên hilbijartinê mafdariya têkoşîna xwe napîvin. Wekî ku yên winda kirin ne jin in ên bi ser ketine jî ne rejîma yekmêrî û dijminên jinê ne. Em ji meclîsekê cudatir in em li her derê ne."   Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinê dest bi civînên xwe kirin. Roja duşemê civîna Meclîsa Jinê pêk hat û nexşerêya serdema li pêşiyê hat destgirtin. Piştî civînê Meclîsa Jinê îro encamnameya civîna xwe eşkere kir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ew ê têkoşîn bi biryardarî bidome. Her wiha hat gotin wê di nexşerêyê de wê ber bi herêmî û gel hev biçin.    'Me destpêka nîqaşê bi vê civînê kir'   Di encamnameyê de hat diyarkirin ku wê bi biryardariya têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê ya jinê nexşerêya xwe bidomînin û wiha hat gotin:"Me wekî Meclîsa Jinê ya HDP û Partiya Çep a Kesk di 14 û 28'ê Gulanê de pêvajoya hilbijartinê, encamên wê nirxandin. Em li ser cihên em jê kêm mane, pirsgirêk, kêmasiyên me û rêya çareseriyê sekinînin."   Dewamiya encamnameya civînê wiha ye:   Îktidara ku di pêvajoya hilbijartinê de ji paradîgmaya me ya azadiyê jinê tirsiya êrişên li dijî jinê zêde kir. Destkeftiyên me jî bi tifaqên ava kir, kir mijara bazarê. Di xebatên me yên rêxistinbûyina hilbijartinê de me têkoşîna li dijî tifaqên dijminatiya jinê dikin, ji xwe re wekî berpirsiyariyekê hilbijart. Loma jî di dema hilbijartinê jî tundiya binçavkirinê û ya bi destên darazê dewam kir.   Em destûrê nadin polîtîkayên li dijî siyaseta jinê   Di hilbijartin û piştî hilbijartinan de êrişa li dijî paradîgmaya azadiya jinê di heman demê de jî li dijî fîkriyata têkoşîna me ya jinê ye. Îktidara faşîst dixwaze bi rêya qeyûman û binçavkirinan têkoşîn û destkeftiyên me yên bi salan biçewisînin. Em hedefa îktidara faşîst dizanin. Ya di hedefê de ye têkoşîna azadiyê ya jinê ye, rêxistinbûyin û piştevaniya jinê ya mezin dibe ye.   Îktidarê bi rêya medyaya dîjîtal di şexsê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan de êrişî cihgirtina jina ya di qada siyasetê de dike. Elbet em partiyeke wiha ye ku em ji rexne, rexnedayinê re vekirîne. Lê belê me rê neda lîstikên îktidarê yên di bin navê "rexneyê" de. Hemû jin dizanin ku ev êrişa li dijî paradigmaya me ya azadiya jinê ye. Hûn bi van rêbazana nikarin siyaseta me ya jinê bidin sekinandin û hûn nikarin destkeftiyên têkoşîna me bi paşve bixin.    Li dijî şer em di têkoşîna jinê de bi israr in   Li dijî çareserkirina demokratîk a meseleya kurd polîtikayên xwe dispêrin şer û dijminatiya jinê dikin dikevin meriyetê. Heta li Îmraliyê tecrîda mutlak dewam bike em dizanin ku wê îktidar êrişa li dijî destkeftiyên jinan dewam bike. Loma li dijî polîtîkayên şer em dibêjin divê tecrîd bi dawî bibe.    Em dizanin ku xeta têkoşîna me û fîkriyata me li girtîgehan di şexsê rêhevalên me yên jin de tê xwestin rehîn bê girtin. Em ê di nava her şert û mercî de têkoşîna ji bo girtiyên siyasî dewam bikin. Em ê piştevaniya jinê mezin bikin.    Em ê kêmasiyên xwe temam bikin û têkoşîna xwe mezin bikin   Em bi keda xwe hatin heta roja îro. Em ê têkoşîna xwe ya dîrokî bi encamên hilbijartinê nepîvin. Me beyannameya xwe ya hilbijartinê jî li gor tecrubeyên têkoşîna jinên kurd amade kir. Me biryar da ku em têkoşîna tevgerên jinan di nava xebatên xwe de jî bide xuyakirin. Em wekî Meclîsan Jinan ên Partiya Çep a Kesk û HDP'ê bi ber pêvajoyeke xwenûkirinê ve diçin. Em ê kêmasiyên xwe temam bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.    Em li vir in   Em li gor encamên hilbijartinê têkoşîna xwe dipivîn. Em dibînin ku yên ku windakirî jin nîne, tifaqa ku dijminatiya jinan dike winda kir. Em dev jî mafê xwe yên ku hatine xespkirin bernadin. Parlamento dîsa bi serdestiya mêr têşe girt. Lê em jin ji meclîsê zedêtir in. Em temsiliyeta ku li kolanê heyî tînin meclîsê. Em di her qada jiyanê de cih digirin. Di serî de tevgera jinan û hemû hêzên têkoşêr li gorî dema nû xwe amade dikin. Li hemberî polîtîkayên serdest e mêr dê li qada jiyanê, di nava partî û parlamentoyê de xeta têkoşînê mezin û bi hêz bikin. Têkoşîneke jinan heye, piştevaniya jinan heye. Em ê li parlamento û kolanan rê nadin dijminatiya jinan, em jin li vir in.   Em bang li hemû jinan dikin, Em ê bi nasnameya xwe, bi baweriyên xwe, bi zimanê xwe û bi keda xwe piştevaniya xwe mezin bikin. Ji bilî têkoşînê tu rê nîne. Em ê bi mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê parastina xwe bikin. Ligel her cureyên zext û zordariyê jinên ku di vê hilbijartinê de ked dane û bi israr li ber xwe dane spas dikin. Pêşeroja di destê me de ye."